3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG: Artêşa tirk 38 caran êrîş kir

HPG’ê got: “Li gel biryara rawestandina çalakiyan a hêzên gerîla, êrîşên dewleta tirk dewam dikin. 38 caran bi helîkopterên êrîşê, tank, obus û çekên giran bombe li qadên gerîla barandin"

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gel biryara rawestandina çalakiyan a hêzên gerîla, êrîşên dewleta tirk dewam dikin. Her wiha hate gotin ku dagirkeran 38 caran bi helîkopterên êrîşê, tank, obus û çekên giran bombe li qadên gerîla barandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di der barê êrîşên dewleta tirk de daxuyaniyek belav kir. HPG’ê got: “Li gel biryara rawestandina çalakiyan a hêzên gerîla, êrîşên dewleta tirk a dagirker dewam dikin. Dagirkeran 38 caran bi helîkopterên êrîşê, tank, obus û çekên giran bombe li qadên gerîla barandin.”

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Artêşa tirk li hemberî hêzên me yên di pozîsyona parastinê de ne, êrîşan dewam dike. Qadên ku hêzên me lê ne, 38 caran bi helîkopterên êrîşê, tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên êrîşên artêşa tirk bi vî rengî ne;

Li herêma Zapê

16’ê Sibatê hêzên dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê êrîşî hêzên me kirin. Hêzên me yên YJA Starê jî di çarçoveya parastina rewa de li dagirkeran dan. Sîstemeke kamera ya mobesse û cîhazeke jammer hatin îmhakirin.

Êrîşên artêşa tirk

16’ê Sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

16’ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, li nêzî gundê Sîda û Qada Çemço yên ser bi nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 34 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”