spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildêr li Îranê li dijî darvekirinê li kolanan e

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome. Gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî darvekirina xwepêşandêran careke din daketin kolanan.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 5 meh e dewam dike. Duh bi şev jî bi hezaran kes li dijî desthilata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin kolanan

Dewleta Îranê heta niha 4 xwepêşandên (Muhsîn Şîkarî, Mecîd Reza Rehnewerd, Mûhammed Mehdî Keremî û Seyîd Mûhammed Huseynî) bi dar ve kirine.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê herî kêm 110 xwepêşander bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne.

Di çilrojiiya Mihemed Mehdî Keremî û Mihemed Hisênî de, çalakvanên civaka sivîl xwestibûn li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî werin lidarxistin. Divê çarçoveyê de duh bi şev li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ciwan daketin kolanan û li ser rêyan agir pêxistin.

Li gelek herêmên bajarê Tahranê; Sadqiye, kolana Setarxan, Arya Şehir, Hef Hewiz, Naremk, Bulvar Fîrdews, kolana Şerîet û gelek cihên din, welatî daketin kolanan û meşiyan, dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin û nerazîbûna xwe dijî desthilata nîşandan.

Li bajarên Meşhed, Esfehan, Erak, Kerec, Êze û gelek bajarên din jî meş û çalakî hatin lidarxistin.