22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

400 ciwanên HDP’ê ji bo alîkariyê li Semsûrê ne

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê diyar kirin ku ew li Semsûrê hewl didin pêdiviyên gel dabîn bikin û ji bo berdewamiya alîkariyê banga piştevaniyê kirin.

Li Semsûrê erdhejê rê li ber xesarek can û malê xelkê vekiriye. Li Semsûrê heta niha ji 11 hezarî zêdetir kes canê xwe ji dest dane û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne. Tîmên AFAD’ê bi derengî li hawara bajêr çûn û heta niha jî ji bo pêdiviyên bingehîn ên gel temînî nehatiye kirin. Maseya Koordînasyona Krîzê ya bi pêşengiya HDP’ê li Semsûrê hat avakirin, heta niha alîkariyê gihandiye bi deh hezaran welatiyên mexdûr. Her wiha Koordînasyonê ji bo welatiyên li kolanan mabûn jî konbajar ava kir.

 Ciwan li her derê dixebitin

li gorî agahiyên nûçegihanên MA’yê Ahmet Kanbal û Omer Akin bi sedan dilxwazên ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berê xwe dan Semsûrê û piştgiriya mexdûrên erdhejê dikin. Beşek mezin a dilxwazan endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ne. Ciwanên HDP’yî ku piştî erdhejê xwe gihandin bajêr ji xebatên lêgerînê û rizgarkirinê bigire heta alîkariya bo mexdûran xebatên girîng bi rê ve dibin.

 ‘Pêdiviya gel bi me heye’

Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Senem Erîş diyar kir ku ew ji roja ewil a erdhejê ve li Semsûrê ye û ji bo alîkariya gel bikin di nava xebatan de ne. Erîş anî ziman ku ji roja ewil ve ji xebatên lêgerînê û rizgarkirinê bigire heta alîkariya xurekan û avakirina konan dikin û got: “Em bi awayek kolektîf li vir alîkariya gelê xwe dikin. Me pergalek baş rûniştandiye. Em bang li ciwanan dikin ku werin vir û em piştevaniya gelê xwe bikin. Ev pêdivî her ku diçin zêdetir dibin. Pêdiviya xelkê me bêtir bi me çêdibe. Lewma divê hemû hevalên me ciwan werin vir û em dest bidin destê hev û birînên xelkê xwe bipêçin.”

 ‘Me yekitiya gel pêk anî’

Ji endamên Meclisa Ciwanan Ferîdûn Çelîk jî diyar kir ku erdhejê tesîrek mezin li ser Semsûrê kiriye û heta niha jî bi awayek ku pêdiviyên xelkê têr bikin pêk nehatiye. Çelîk da zanîn ku pêdiviya xelkê mexdûr bi hêwirînê û germkirinê heye û got: “Rayedar wezîfeya xwe nakin. Lewma me hewcedarî pê dît ku em piştevaniya gelê xwe bikin. Heke ev piştevanî nebûya dê rewş xerabtir bûya. Me li vir hevgirtin û yekitiya gel ava kir.”

400 ciwanên HDP’yî li Semsûrê ne

Çelîk anî ziman ku piştî erdhejê 400 endamên Meclisa wan hatine Semsûrê û wiha got: “Xebata me ya li vir kolektîf pêk tê. Mirovên me ku nehatine hawarê jî li navçe û bajarên xwe alîkariyê berhev dikin. Ew li bajarên xwe em jî li vir piştevaniya xelkê xwe dikin. Ew alîkariyê dişînin em jî belav dikin. Divê ev alîkarî berdewam bike. Heta ku birînên xelkê me werin pêçandin divê alîkariya gelê me berhev dike bidome. Divê mirov werin vir û piştevaniya xwe nîşan bidin. Çimkî hewcedariya gel bi me heye.”