9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Anita Streule: Em îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji nêz ve dişopînin

Xoşnav Ata ku li bajarê Den Haag ê Holandayê li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bi mehan e çalakiyê dike, bi rayedarên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hevdîtin kir

Xoşnav Ata ku ji ber du biraziyên wî bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin li bajarê Den Haag ê Holandayê bi mehan e li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakiyê dike, hat Swîsreyê û li Neteweyên Yekbûyî dest bi hevdîtinan kir.

Ata îro bi rayedarên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AÎ) re rûnişt. Di hevdîtinê de Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya CDK-S Asmîn Engîn û Hevserokê berê yê KESK’ê Lamî Ozgen jî li gel Ata amade bûn.

ATA: dewleta tirk sûcê şer dike

Ata li ofîsa Bernê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi Anita Streule re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Ata xwest ku mijara bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolîn û got, “Du biraziyên min ji ber çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar anî, şehîd bûn. Di mijara sûcên şer û mafên mirovan de dewleta Tirk 50 sal in sûcên li dijî mirovahiyê dike. Bi dîtina min rêxistinên mafên mirovan divê di vê mijarê de bi rola xwe rabin. Van saziyan heta niha erk û berpirsyariya xwe mixabin bi cih neanîn.”

Bikaranîna çekên kîmyewî ji nêz ve dişopînin

Ji bo pêşî li bikaranîna çekên kîmyewî bê girtin, heyetê ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî xwest ku karekî hevpar bi wan re bike û dosyayek jî dane û belgeyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî pêşkêş kir. Rayedara Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Anita Streule di hevdîtinê de diyar kir ku ew ê daxwazên heyetê bişopînin û dosyayê jî bigihîne navenda wan a giştî. Streule got, “Em nûçeyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji nêz ve dişopînin. Dosyaya ku we daye, em ê bigihînin cihên pêwendîdar û bişopînin.”