17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Desthilat bi astengkirina alîkariyên me, dixwaze sûcê xwe vedişêre’

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren bertek nîşanê astengkirina alîkariyan û tayinkirina qeyûm a ji bo Navenda Koordînasyona Krîzê ya Barzacixê da û got: “Desthilat dixwaze bi astengkirina alîkariyên partiyan, sûcê xwe veşêre.”

Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ya Erdhejê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP ji ber erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû, ji roja ewil ve li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Adana û Hatayê ji bo hemû mexdûran seferber bûye. Bi 3 hezar û 200 dilxwazan Navenda Koordînasyonê xwe gihandibû bajarên bandor ji erdhejê girtine û bi 860 wesayitan xizmeta mexdûrên erdhejê re xizmet dikir. Lê duh na pê qeyûm tayînî alîkariyan hat kirin. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Eren bertek nîşanî astengkirina xebatên ji bo alîkariyê da û got ku ew ê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bidomînin

Xebatên destpêkê

Eren diyar kir ku ji roja ewil ya erdhejê ve wan Navenda Koordînasyona Krîzê ava kiriye û çûne herêmên erdhejê. Eren da zanîn ku wan navçe bi navçe û gund bi gund xwe gihandine mexdûran û lazmatiyên wan peyde kirine û wiha berdawam kir: “Em çûn gund û navçeyan û me lîsteya pêdiviyan amade kir. Di demeke gelek kin de ji bo herêmên erdhejê erzaq, pêdiviyên germ kirinê û spartinê şandine. Hêj jî em dişînin. Piştî erdhejê, ji derxistina mirovên bin kavilan heta alîkariyên ku ji kesên hewcedar re gihandin, saziyên sivîl û dilxwaz li qadê bûn. Lê mixabin dewleta ku wê demê ne li qadan bû, hewl dide rêxistinên sivîl ên ji roja ewil ve li qadan alîkariya gel dikin qut bike.”

Rastiya qeyûman

Eren îşaret bi qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin jî kir û got: “Heke qeyûm nehatiba tayînkirin wê ji roja destpêkê ve bi hezaran xebatkarên me yên şaredariyê li qadan bûna, bi sedan wesayîtên înşaatê dê xebat meşindiban. Ji roja yekem ve li qadan dibûn û dê ji bo rakirin û rizgarkirina kesên di bin kavilan de biban alîkar. Ger qeyûm nehatibûna tayînkirin, şaredariyên me ji bo çareserkirina pirsgirêka xaniyan lêkolînek bikirana, dê xwarina germ belav bikira. Lêbelê, vê eşkere kir ku encama polîtîkaya qeyûm ya erdhejê çiqas xirab e. Endam û dildarên me yên ku ji roja ewil ve li qadan in, baş dizanin ku li kîjan gund pêdiviya lezgîn heye. Her wiha li gorî van pêdiviyan alîkariyê didin, lê astengkirina van alîkariyan ji aliyê dewletê ve li qadê rewşa mexdûrên erdhejê yên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, zêdetir dike.”

‘Nexweşîn dest pê kir’

Eren bal kişand ser lezgîniya hewcedariyên mexdûrên erdhejê yên li herêmê û wiha dewam kir: “Pirsgirêka herî girîng a ku hevalên me niha tespît kirine pirsgirêka stargehê ye. Li 10 parêzgehên cuda ku di bin bandora erdhejê de ne, pirsgirêka xaniyan nehatiye çareserkirin. Mirov hîna jî neçar in li hawirdorên sar ên ku dadikeve binê sifrê 15-16 pileyî bin. Di heman demê de pêwîstiyên cil û berg û xwarinê yên gel jî di nav pêdiviyên lezgîn de ne. Dîsa tiştên wekî xwarina zarokan, cil û bergên jinan ên binî jî ji pêdiviyên lezgîn ên hevalên me yên li qadan in. Pirsgirêkek din a girîng xetereya paqijî û nexweşiyê ye, ku dewlet naxwaze demek pir dirêj mudaxele bike. Jixwe li hin cihan dest pê kiriye, ji ber vê yekê divê nexweşxaneyên demkî werin avakirin da ku vê yekê çareser bikin. Di heman demê de pêdiviya materyalên paqijiyê û di demek pir kin de tuwaletên mobîl bêne şandin. Wekî din, îhtîmalek mezin e ku ev wêneya jixwe xirab hîn xirabtir bibe.”

‘Ev helwest ne rast e’

Eren anî ziman ku dilxwaz, rêxistinên civaka sivîl û partiyên li qadê dixebitin, desthilat ji bo ser kêmasî û sûcên xwe bigire wan asteng dike û ev tişt gotin: “Pêwîst e mirov baldar nêzî vê krîzê bibin. Hewl didin gelek malzemeyên ku ji derve tên, bi desteserkirina wan li gumrikê bihêlin. Hewce ye ku di zûtirîn demê de alavên hewce werin cîhên ku pêwîstiya wan pê hene. Lê mixabin hukûmeta ku 3-4 rojên ewil ne li qadan bû, hewl dide rê li ber xebatkarên ku li qadan in bigire. Em dixwazin bidin zanîn ku ev helwest ne rast e.”

 ‘Ji bilî me tu kes tune bû’

Eren wiha berdewamî da axaftina xwe: “Saziyên nêzî desthilatê çend roj piştî erdhejê hatin herêmê. Me ji roja ewil ve dest bi xebatan kir û alîkarî bir. Me alîkariya kesên di bin kavilan de man jî kir û tû saziyên nêzî dewletê, yan jî yên mûhafazakar û tarîkat li wir nebûn. Lê desthilata ku bûye sedema mirina gelek kesan, niha jî dixwaze bi sazî û STK’yên alîgirên xwe re suc, kêmayî û kêm mayîna xwe paqij bike.”

‘Em ê heta dawiyê têbikoşin’

Eren anî ziman ku ew ê li cem gelê xwe bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê weke roja destpêkê li cem gelê xwe bin. Ji bo dermankirina birînên wan em ê vê hevgirtinê bimeşînin. Dewlet çi bike bila bike, em gelê xwe tevî hemû astengiyan bi tenê nahêlin. Li dijî astengkirina vê helwesta desthilatdariyê ya ku gelê me wêran kiriye û li çarenûsa xwe hiştiye em ê heta dawiyê têbikoşin.”

MA / Bazîd Evren – Eylem Akdag