3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Konyayê 7 mexdûrên erdhejê bi awayekî dilşewat jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Karatayê di maleke ku mexdûrên erdhejê lê diman de agir derket û 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Yediler a navçeya Karatayê ya Konyayê, di saetên şevê de ji ber sedemeke ne diyar agir bi maleke ku mexdûrên erdhejê lê diman ket. Li ser agahdarkirinê, tîmên agirkujiyê û teduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Dema vemirandina agir banê malê hilweşiya û kesên tê de di bin de man. Piştî vemirandina agir, kavilên xanî bi makîneyên kar hatin rakirin. Ji bin kavilan 7 cenaze hatin derxistin. Tîmên tenduristiyê cenazeyan rakirin morga Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê.

Derket holê ku mexdûrên erdhejê sûriyeyî ne û piştî erdhejê ji navçeya Nurdagî ya Dîlokê koçberî Konyayê bûne û li mala mirovên xwe mêvan bûne.

Her wiha 2 kes jî ji malbata xwediyê malê birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.