18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG’ê bîlançoya şer a meha Adarê aşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer a meha Adarê aşkere kir. Li gorî bîlançoyê dewleta tirk 72 caran bi balefirên şer, 1357 bi helîkopterên êrîşê, obus, hawan, tank û çekên giran û 53 caran jî bi topên fosforê, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîş kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şerê meha Adarê aşkere kir. Di daxuyaniya HGP’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Rejîma AKP-MHP’ê ku dijminê sondxwarî yê jin, ciwan û gelan bi taybetî yê kurdan e, ji bo li ser piyan bimîne di şer de israr dike. Êrîş, înkarkirin û tinekirina Kurdan, ji bo têgihiştina faşîst a siyasetê ya li Tirkiyeyê rêya herî hêsan e, ji bo rejîma AKP-MHP’ê bûye polîtîkayeke mayînde. Di vê demê ku Tirkiye di her warî de di nava krîzeke kûr de ye, gelên Tirkiyeyê bi êş û birçîna dinalin, rejîma AKP-MHP’ê bi bilindkirina şovenîzmê û kûrkirina faşîzmê hewl dide xwe li ser desthilatdariyê bihêle. Ji bo vê yekê pêk bîne êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd zêde dike.”

Tevî bêçalaktiyê êrîş didomin

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Tevî ku hêzên me yên parastinê di pozîsyona bêçalakîtiyê de bûn jî, rejîma AKP-MHP’ê li dijî Bakur û Rojhilatê Kurdistanê êrîş û operasyonên xwe yên leşkerî bê navber didomînin. Bi taybetî li Dêrsîm, Besta, Mêrdîn, Cûdî û Colemêrgê li gelek cihan gelek çalakî hatin lidarxistin, li dijî hêzên me êrîş pêk hatin, li hin cihan hevalên me şehîd ketin. Artêşa Tirk her roj bi hêzên xwe yên hewayî û bejayî ve êrîşên xwe yên bê navber ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve didomîne. Herêmên Parastinê yên Medyayê bi qasî ku hêzên me dikarin di nava mehekê de tespît bikin; 72 caran bi balafirên şer, 1357 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, hawan, tank û çekên giran hatiye bombekirin. Çeperên berxwedanê yên gerîla 53 caran bi topên fosforê, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.”

Ji bo parstinê bersivên pêwîst

Li ser bersiva van êrîşan jî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hêzên me yên ku timî rastî êrîşên artêşa tirk hatin, ji bo parastina xwe bersivên pêwîst dan, di encamê de 32 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin û 6 leşker hatin cezakirin. Di heman demê de pergaleke kameraya mobese û dronek jî hate rûxandin.”