5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​Beşar Esed bi guhertina wezîran nikare rewşa heyî biguhere

Berî çend rojan hikumeta Şamê qanûna guhertina 5 wezîran derxist. Pispor û çavdêran diyar kir ku ev guhertin tu pêşketinan li ser erdê bi xwe re nayne. Wezîrên hikumeta Şamê jî li gorî berjewendiyên xwe tev digerin û girîngiyê nadin pêdiviyên welatiyan.

Beşar Esed di qanûna 91ʹan a sala 2023’yan de Fîras Hesen Qedor kir wezîrê petrolê, Muhsin Ebdulkerîm Elî kir wezîrê bazirganiya hundirîn û parastina mezêxeran, Ebdulqadir Coxedar kir wezîrê pîşesaziyê, Luey Îmadeedîn El Muncid kir wezîrê kar û barên civakî û Ehmed Bostecî kir wezîrê dewletê.

Ji dema serxwebûna Sûriyeyê ya ji dagirkeriya Osmaniyan sala 1918’an ve, ev hikumeta 94’an e û ji dema desthilata Beşar Esed ve jî ya 10’an e. Ev hikumet di encama hilbijartinên 19’ê Îlona 2020’an de hat damezirandin. Hikumet ji 29 wezîran pêk tê; 5 wezîrên berê ne, 14 jî yên nû ne, her wiha 3 wezîrên dewletê jî hene.

Wezareta karên derve ya hikumeta Şamê di Kanûnê de da zanîn ku ji destpêka 2011’an ve zirara ku di qada petrolê de bûye, gihaşt 112 milyar lîreyên Sûriyeyê.

Bi paşketina rewşa aborî li herêmên hikumeta Şamê re, nexasim ku kel û pel bi domdarî biha dibin bêyî ku planên pêşxistina rewşê werin danîn, hikumeta Şamê serî li pêkanîna hin guhertinên wezaretan da, da ku hêrsa welatiyan sivik bike.

Çavdêran diyar kir ku tevî rakirina cezayên li ser Sûriyeyê, rewşa jiyanê ya welatiyan qet baş nebûye, berevajî vê yekê rêjeya hejariyê her ku diçe zêdetir dibe.

Têkildarî bihabûna kel û pelan, şîrovekarê aborî Ziyad Xisin got: “Buhayê paketeke pêdiviyên Remezanê ya ku saziya bazirganiyê ya Sûriyeyê ragihandiye, 99 hezar lîreyên Sûriyeye ye. Di 2018’an de paketa meha Remezanê ku ji 19 madeyên sereke yên xwarinê pêk dihat bi 10 hezar lîreyên Sûriyeye bû, anku kel û pelên paketa îsal ji sedî nêzî 36 ji paketa 2018’an e. Buhayê paketa îsal ji sedî 80 ji rêjeya mûçeyên saziyên hikumeta Şamê ye, buhayê paketa 2018’an jî ji sedî nêzî 22 ji rêjeya heman mûçeyan bû. Tevî wê jî ez guman dikim ku di vê mijarê de gendelî jî heye.”

Çalakvanekî ji Humsê jî ji ber sedemên ewlehî navê xwe eşkere nekir got: “Guhertina navan tu carî guhertineke rastî ya li ser erdê pêk nayne. Li Sûriyeyê wezîr tenê berdevkên rêveberiya navendî ne, ku li wir biryar tê amadekirin û ji wezîran re tê şandin da ragihînin û îmze bikin, dema ku gel bi hêrs dibe jî wezîr tên guhertin, ew qas.”

Çalakvan wiha lê zêde kir: “Li Sûriyeyê biryar li gor agahiyên ku ne girêdayî welatiyan in, tên dayîn, lê li gor siyasetên partiya Baasê, pêşketinên li ser astên herêmî û navneteweyî, piştre pêşketinên navxweyî tên dayîn. Ji ber wê jî biryar li xweşiya welatiyan naçin ji ber ku mijara razîkirina welatiyan ne bendeke sereke di biryaran de ye, ji ber wê jî ez xemgîn dibim dema ku kesekî baş wek wezîr tê erkdarkirin.”