spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HRW’ê li ser lîstikên muhtemel hişyarî da

HRW’ê bi daxuyaniyekê hişyarî li ser lîstikên muhtemel ên di hilbijartinên Tirkiyeyê de da û got tora înternetê kontrolkirî ye û ev yek jî xetereyekê li ser ewlehiya hilbijartinan çêdike.

Human Rights Watch (HRW) bi daxuyaniyekê bang li platformên medyaya dîjîtal kir ku li hember zextên desthilatê bisekinin û planên awarte ji bo dan û standina bi her kiryarekê ku dibe desthilata AKP’ê pêk bîne û bi encamên hilbijartinên bilîze, deynin.

HRW’ê bang li desthilatdarên rejîma Tirk jî kir ku parastina nêrînê û mafan bike. HRW’yê îşaret pê kir ku rejîma Tirkiyeyê serweriyê li ser platformên dijîtal dike û dibe ku ji bo Recep Tayyîp Erdogan were bikaranîn.

HRW’ê anî ziman ku desthilatdarên Tirk di vê dema dawî de çavdêriya tund li ser medyaya dijîtal û malperên nûçeyên serbixwe ferz kir, nexasim Twitter û hin platformên biyanî.