27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Hêzên me beşa herî xeternak a li girtîgeha sînaayê kontrol kir

HSD`ê ragihand ku hêzên wan rewşa ewlehiyê ya li beşa herî mezin a girtîgeha Sînaa ya Xiwêran xistiye bin kontrola xwe. Her wiha da zanîn ku operasyonên wan yên ewlekariyê berdewam in.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) der barê rewşa dawî ya li girtîgeha Sînaa daxuyanek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me bi oparasyonên ewlehî û leşkerî ên di çend rojên borî de bi ser ketin û rewşên ewlekariyê yên xeternak li beşa herî mezin a girtîgeha Sînaa li Hesekê û derdora wê ku rastî êrişa teröristên DAIŞ’ê hatibû, kontrol kirin. Hêzên me gelek çeteyên ku êrişî girtîgehê kirine, girtin. Her wiha çeteyên ku beşdarî îsyana hemwextî êrişan bibûn, neçarî xweradestkirinê kirin.

Hejmara endamên terorîst ên ku hêzên me ew mecbûrî xweradestkirinê kirine bilind bû û nêzî 1000 çeteyî ye. Hemleya hêzên me û oparasyonên ewlekariyê ji bo kontrolkirina tevahiya girtîgehê, didomin.

Her wiha hêzên me li herêmên Dêrazorê, Reqa û Hesekê bi baldarî hemleyên berfireh ên paqijiyê didomînin.”