Xebatkara Rojnameya Yeni Yaşamê Hatice Şahin di çarçoveya lêpirsîna der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de di 18’ê cotmeha 2018’an de hatibû binçavkirin û serbest hatibû berdan. Dozger pişti bûyerê der barê Şahîn de doz vekiribû. 7’emîn rûniştina doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Haticeyê hatibû vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Hatîce Şahîn beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê wê Resul Temur li rûniştinê amade bû. Heyeta dadgehê biryara berdewamiya şertê kontrola edlî da û xwest li hêviya bersiva muzekkereya ji şahid Derya Aslan re hatiye nivîsandin bê sekinandin.
Dadgehê danişîna dozê taloqî 18’ê nîsanê kir.