5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanê ku polîsan ew birîndar kir jiyana xwe ji dest da

Polîsan di 24’ê çile de li taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi maşîneya zirxî Abdûlgaffar Dayan ê 23 salî birîndar kir. Şahidên bûyerê der barê bûyerê de gotin “Piştî qezayê bi dehan maşîneyên zirxî hatin cihê bûyerê. Maşîna zirxî Dayan bi qasî 50 metreyî bi erdê re kaş kir. Ciwan bi qasî 40 deqeyî li cihê xwe hat hiştin.

Dayan ku bi birîndarî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Malbata Dayan û rêvberên HDP’ê ji bo cenaze bigirin, çûn nexweşxaneyê. Malbatê û rêveberên HDP’ê piştî karê otopsiyê cenazeyê Dayan ji morga nexweşxaneyê girtin û bi girseyî birin li Goristana Asrî ya Cizîrê spartin axê.

Malbata Dayan dê şîna xwe li Mizgefta Haci Çagli ya taxa Konakê dînin û serdanan qebûl bikin.