3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê ragihand ku hêzên wê 3 sîxur desteser kirine

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan sê sîxur desteser kirine. HSD’ê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku fermandar û şervanên wan bi agahiyên ku van sîxuran dane Tirkiyeyê hatine şehîdxistin.

Daxuyaniya HSD’ê ya derbarê mijarê de bi tevahî wiha ye:

“Piştî şopandinê, yekîneyên taybet ên HSD’ê şaneyeke sîxuran a ji mêrek û du jinan girt ku di demên derbasbûyî de ji bo dagirkeriya tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîxurî dikirin.

Li gorî agahî û belgeyên di dema borî de hatine komkirin yên ku tawanbariya wan sîxuran piştrast dikin, her wiha piştî mikurhatinên wan di qonaxa destpêkê ya lêpirsînê de hate eşkerekirin ku wan agahî kom kirine û tevgerên endama Meclisa Leşkerî ya HSD’ê Sosin Bîrhat kom kirine û dane MÎT’a Tirk. Li ser vê yekê, fermandar Sosin Bîrhat, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Egîd Girkê Legê û şervanê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Rûbar Hesekê û şervan Seyfullah Ehmed di êrişeke hewayî ya hov a dagirkeriya Tirk di 19’ê Tebaxa 2021’an de şehîd bûn. Her wiha endamê Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rênas Roj şehîd bû.

Sîxurên hatine girtin ev in: Y.E.S (mêr), E.E.S (jin) û R.H.H (jin).

Ew li xwe mikur hatin ku perspektîf û erk ji MÎT’ê girtine û dema hatine girtin amadekarî dikirin ku erkeke din a îstixbaratî pêk bînin û armancên din diyar bikin.

Li gorî belge û mikurhatinên sûcdaran, ew ji bo dadgehê hatin veguhestin da ku cezayê xwe bibînin.”