3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konseya Ewlekariyê êrîşa li dijî Zaxoyê şermezar kir

Konseya Ewlekariyê piştî ku li ser daxwaza hikûmeta Iraqê civînek lidar xist der barê êrîşa dewleta tirk a li dijî seryangeheke Zaxoyê ku di encama wê de 9 kes hatibûn kuştin û 23 kes jî birîndar bûbûn daxuyanî da.

Konseya Ewlekariyê êrîşa dewleta tirk şermezar kir û Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî li ser daxuyaniyê got ku ew daxuyanî piştgiriya helwesta Iraqê dike.

Di daxuyaniya Konseyê de wiha tê gotin: “Em êrîşa dewleta tirk a li ser Duhokê şermezar dikin û piştgiriya xwe ya ji bo serweriya Iraqê û yekitî û aramiya axa wê dubare dikin.”

Her wiha di daxuyaniyê bal hate kişandin ser lêkolînên der barê bûyerê de û wiha hate gotin: “ Di warê lêpirsîn û lêkolînên der barê vê êrîşê de em piştgiriya hikûmeta Iraqê dikin û bang li hemû welatên endamê konseyê dikin ku di vî warî de alîkariya hikûmeta Iraqê bikin.”

di vê der çarçoveyê de berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ahmed El Sahaf der barê daxuyan iya Konseya Ewlekariyê de wiha got: “Daxuyaniya Konseya Ewlekariyê ji vî alî ve gelekî girînge ji ber ku ev cara pêşî ye ku binpêkirinên dewleta tirk ên li Iraqê tên şermezarkirin.”

Sahaf wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Lewre jî ew daxuyanî piştgiriya helwesta Iraqê dike û mijara binpêkirina serweriya Iraqê dixe çarçoveyeke nû.”