7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Elbakê cîsmekê leşkerî bi zarokekî de teqiya

Li navçeya Elbakê ya Wanê, cîsmekî leşkerî bi zarokê 12 salî H.E de teqiya û birîndar bû. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, bûyer îro di saetên serê sibehê de li gundê Kiratî yê li ser sînorê Îranê pêk hat. H.E. ku ji bo çêrandinê sewalên xwe bir çêregeha ser sînor, nêzî qadeke leşkerî cîsmekî leşkerî têde teqiya û birîndar bû. Welatiyên li vir zarok H.E rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê û ji vir jî wî rakirin Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê.

Bavê H.E. Hanîfî Eryilmaz ku ji MA’yê re axiviye, diyar kir ku qevdeke zarokê wî jêbûye û piyê wî yê rastê û serçavê wî birîndar bûye. Eryilmaz, destnîşan kiriye ku zarokê wî demeke dirêj bi awayekî birîndar li nav erd hatiye hiştin û ev tişt got: “Ev bûyer li ber qişleyê pêk hatiye û kes mudaxaleyî wî nekiriye. Rewşa kurê min niha gelek giran e.”

Hat hînbûn ku zarok li nexweşxaneyê rakirine beşa lênêrîn a awarte.