spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê: Idîayên dewleta tirk bêbingeh in

Îro ji seatekên serê sibehê ve dewleta tirk bi balafirên bêmirov êrîşî gelek deverên Xweseriya Demokratîk kir û di van êrîşên nû de teqîna Enqerê dike behane û binesaziya herêmê dike hedef

Li gorî agahiyên nûçegihanê ajansa ANHA’yê ji herêmê dane, dewleta tirk careke din êrîşî Hesekê kir. Nûçegihanan diyar kir ku di van kêliyan de balafirên şer ên dewleta tirk li herêmê digerin.

Vê sibehê balafireke bêmirov a dewleta tirk mezreya Mişêrfa Himê li bakurê Hesekê li ser rêya di navbera Hesekê û Til Temirê de bombebaran kiribû, di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

Her wiha piştî wê artêşa tirk êrîşî gundê Til Hebeş ê 3 kîlomtere dikeve başûrê navçeya Amûdê hedef girt.

Her wiha îro balafireke bêmirov a dewleta tirk gundê Tewîle yê rojavayê Til Temirê bombebaran kir.

Di heman demê de êrîşeke din jî li dijî bendava Çilaxa hate kirin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane, balafirên dewleta tirk derdora bendava Çilaxa bombebaran kir, lê tu agahiyên zêde aşkera nekirin.

Êrîşa Enqerê dikin hincet

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rayedarên dewleta tirk piştî êrîşa li dijî wezareta Karên Hundir ya Tirkiyeyê pêk hat gef li kurdan xwaribûn û îdia kiribûn ku ew herdu kesên êrîşa Enqerê pêk anîne ji deverên Xweseriya Demokratîk derbasî Tirkiyeyê bûne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî got her du gerîlayên êrîş pêk anîne “Ji Sûriyeyê hatine.”

Fîdan herwiha gefa “operasyonê” xwar û got, “PKK û YPG armancên sereke yên hêzên me ne.”

Behaneyeke derew e

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bi daxuyaniyekê bersiv da gotinên  Hakan Fîdan û wiha got: “Îdiayên berpirsên Tirkiyeyê yên ku dibêjin beroirsên teqîna li Enqereyê ji navçeyên HSD’ê derbasî Tirkiyê bûne, ne rast in.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev mijareke dubarekirî ye, dikeve çarçoveya tohmetên bêbingeh ku Tirkiyeyê berê wan dide HSD’ê.”

HSD’ê herwiha di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew dê ewlehiya herêma xwe biparêzin.

Her wiha daxuyaniyek ji HPG’ê jî der barê mijarê de hate ragihandin. HPG’ê jî idîaya rayedarên dewleta tirk wekî derew binav kir û got ku kesên ku ew çalakiya Enqerê pêk anîne ne ji Sûriyeyê çûne û wiha got: “Hikûmeta AKP-MHP dixwaze bi vê tohmeta derew êrîşên li dijî Rêveberiya Xweser rewa nîşan bide û rê li ber komjiyan veke.”

Ji xwe tucaran êrîşên dewleta tirk li dijî başûr û Rojava ranewestiyane lê îro bi behaneya vê teqîna Enqerê êrîşên xwe berfirehtir kirine û dixwazin darbeyê li saziyên Rêveberiya Xweser bidin û binesaziya herêmê ji xwe re dikin hedef.