4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê li Dêrezorê hewldana çeteyan têk bir  

HSD’ê hewldana çeteyên hikumeta Şamê ya ketina Dêrazorê têk bir. HSD’ê diyar kir ku di encama bersivdayîna hewldanê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Komeke çete ya girêdayî saziyên ewlekariyê yên rejîma Sûriyeyê hewl da çemê Firatê derbas bikin û derbasî bajarokên Zîban, Kemşe û Şefayê bibin. Hêzên me hewldan têk bir û çete neçar kirin û ber bi aliyê din ê çem ve vekişin. Di encama bersivdayîna hewldanê de hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê mîsyona xwe ya parastina ewlehiya herêmê û bersivdayîna tevahî êrîşên li ser şervan û şêniyên herêmê bidominin.”