6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Azadiyê Zengîn bibîr anîn: Agirê azadiyê dê her gur bibe

Rêwiyên Meşa Azadiyê piştî duh li Amedê bi girseyî hatin pêşwazîkirin, îro derbasî navçeya Sîweregê bûn. Rêwiyên Azadiyê li Sîweregê Mahmut Zengîn û Îbrahîm Ayhan li ser gora wan ew bibîr anîn.

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd di 1’ê sibatê de ji Wan û Qersê derketin rê, piştî meşa 13 rojan li Amedê gihiştin hev. Rêwiyên Meşa Azadiyê piştî şeva xwe li Amedê derbas kirin, îro derbasî navçeya Sîwereg a Rihayê bûn.

Rêwiyên Azadiyê li navçeya Sîweregê çûn ser gora Mahmut Zengîn ê ku li Zindana Amedê li dijî îşkenceyê li gel 3 hevalên xwe canê xwe dabû ber agir û wekî Agirê Çaran tê pênasekirin. Pişre derbasî ser gora Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan bûn. Rêwiyên Meşa Azadiyê ser gorên Zengîn û Ayhan ew bibîr anîn û soza têkoşîna wan dan. Girseya ku li ser gora Mahmut Zengîn kom bûn, bê navber dirûşmeay “Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kirin.  Li vir rêwişên azadiyê qurnefil danîn ser gora Zengîn û Ayhan û axaftin kirin.

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz anî ziman ku di şexsê çirûska Agirê Çaran Mahmut Zengîn de hemû şehîdên azadî, demokrasî û şoreşê bibîr tîne û wiha got:”Dema Mahmut Zenîn û hevalên xwe çalakî pêk anî digot ‘Vî agirî venemirînin. Gur bikin.’ Em jî dibêjin ev 42 sal in ev agir gur dibe. Ev agir dê heta azadiyê gur bibe. Dema 42 sal berê ev çalakî pêk anîn, dizanîbûn ku dê gelê kurd rêxistin û hêza xwe xurt bike û ji bo vê yekê ev çalalakî pêk anîn.”

Endamê DÎK’ê Mahmut Tanîş jî diyar kir ku wan xweda bi xweda nas kirine û wiha got: “Ew li dijî gorên me û cenazeyên me bêehleqipê dikin. Em di şexsê kur-an a pîroz, Xweda û Hz Muhammed de hemû kesên bêehleqiyê dikin şermezar dikin.”