19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermend deng û rengê civaka xwe ye

Hunermendî ne tenê ezberkirina stranekê ye yan jî derketina ser dikê ye. Eleqeya xwe bi hunermendîtiya gel re tune ye. Hunermendên gel ew hunermend in ku êş û jana gelê xwe hîs dikin û parve dikin.

Vê carê me berê xwe da hunermendekî deng xweş ê bajarê Ûrmiyeyê yê rojhilatê Kurdistanê, hunermendekî xemxwarê doza gelê xwe, me vê carê bi hunermend Kawa Ûrmiye re hevpeyvîn kir û pê re li ser nasnameya hunermend, rol, ked û xebatên hunermend ên li hundir û derveyî welat axivîn û me ji xwînerên xwe re ev heypeyvîn amade kir.

Wekî destpêka pêvajoya hunermendiya xwe te li welat bi gotina stranên hunermendên me yên berê yên wekî Mihmed Arif, Şivan Perwer û Tehsîn Taha dest pê kir, tu dikarî hinekî behsa wan destpêkan bikî?

Bê guman berî ku ez derkevim Ewropayê jî wê demê wisa kaseteke ji stranên bijarte hatibû çêkirin. Bi bi awayekî amatorî bû lê gelek hate ecibandin di nava gel de gelek hate belavkirin. Wisa hinek stranên bijarte weke yên mamoste Şivan Perwer , Mehmet Arifê Cizîrî, Tehsîn Taha, Eyas Zaxoyî,  Erdelan û gelek hunermendên me yên ku çûne ser dilovaniya xwe. Beşek zêde jî stranên Koma Berxwedan a berê ku kasetên wan gihîştin destê me. Me bi vî awayî çitê di nav gel de belav kir û pir cihê xwe girt. Bi rastî jî hem ji bo nasnameyeke despêka xebatên hunerî hem jî di zarokatiya xwe de di nav kar û xebatên min de huner di astekî herî bilind de bû. Di zaroktiya xwe de yekî evîndarê hunera kurd bûm. Lê mixabin di rojhilatê Kurdistanê de ew îmkan û derfet tune bûn.  Piştre mamosteyekî  hêja li min pêyda bû helbesta ku li Ewropayê bi navê ‘ey hewar nîn e derdê me ey hewar’ hate nasîn jî helbesta wî mamosteyî bû û gelek hate ecibandin. Pişt re me albûmekî din derxist ew jî pir bi nav û deng bû. Niha  stranên me yên herî dawî stranên demê ne li ser kanala me ya bi navê ‘Kawa Ûrmiye’ tê guhdarkirin.  Ku hûn jî guhdar bikin û nêrînên xwe li ser binvîsin ez ê kêfxweş bibim.

Niha tu li Ewropayê dijî, tu dikarî hinekî behsa  vê koçê bikî, kengî û ji ber kîjan sedeman tu derketî Ewropayê?

Nêzî 22 sale ez li Ewropayê dijîm sedemên ku ez hatim Ewropayê yek jê ew ji ber kar û xebatên me yên li welêt bû. kar û xebatên parastina nirxên me yên neteweyî û bi taybet di nava gel de bi her awayî çalakvanekî teşvîkirina ciwanan bi teybetî di warê li xwqe miqatebûnê de li hemberî bêbextiyê, zilm û zordariyê di vê çarçoveyê de me xebat dikir.

Di nav hunera xwe de jî min ev dianî ziman. Di gelek konseran de wek ê li bajarê Ûrmiyê, Mihabadê, Bokanê û Serdeştê di van konseran de bê guman nêzikbûna ciwanan jî dihate hiskirin. Ji ber van sedeman dewleta Îranê ango rejîm jî pê hisiya û gelek caran em binçav kirin, gelek caran gefa mirinê gelek caran teknîka ku me dibir ji bo konserekê yan şahiyeke ji me distandin û dişkandin.

Bi vî awayî em mecbûr man ku ji welatê xwe derkevin. Demekê ez derbasî başûrê Kurdistanê bûm. Di sala 1994’de careke din piştî navberekê vegeriyam rojhilatê Kurdistanê û me dîsa dest bi xebatên xwe yên hunerê kir. Ev xebatên me heta sala 1999’an berdewam kir. Piştî serhildana Îranê ya bi giştî dibe ku tu kes ne di despêka sala 2000’ê de ez derbasî bakurê Kurdistanê bûm. Li vê derê jî riya koçberiya min des pê kir û min da pêşiya xwe heta welatên Ewropa, Îskandinaviya û gelek deverê din bi giştî dîsa xebatên xwe yên hunerî berdewam dikim.

Weke ku hûn jî dişopînên li bajarên rojhilatê Kurdistanê yên tu lê hatî dinyayê niha serhildan û pêvajoyeke şoreşê heye. Li gorî te rola hunermend û rewşenbîran di serhildan û şoreşên gelan de çî ye?

Rast e weke hûn jî dizanin di 16 îlonê de di kesayeta jina kurd Jîna Emînî de ku bû sembola şoreşa rojhilatê Kurdistan a li hemû Îranê belav bû. Di kesayeta wê jina kurd de şoreşeke bêhempa dest pê kir ku şekl û şemalê wê şoreşê ne wekî serhildanên berê ye. Berê jî serhildanên li hemberê rejîma Îranê ya sêdarê çêbûn. Lê serhildana ku niha dimeşe serhildaneke ku hişmendiya înkarkirinê li ser tevahî Kurdistanê û li hemû neteweyên azadîxwaz li rojhilat û Îranê ew tilsim da şikandin. Niha wek bira hemû gelên azadîxwaz li qadên berxwedanê rengîn, geş û ronî dikin. Hêviyên pêşerojê yên azadiyê xweştir, geştir û ronahîtir dikin. Ev demeke dirêj e ku bi mehan e bi awayekî ev berxwedan bi rêk û pêk bê tirs û xof bi pêşengtiya jinan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bê hempa dimeşe.

Îro ev şoreşa ku li rojhilatê Kurdistanê hatiye destpêkirin şoreşeke bêhempa ye. Ev bêhempabûyîna wê çî ye? Yek afirandina cesaretê ye, yek sekneke ku li dijî sistemeke ev 44 sal in xwîna van gelên azadîxwaz ên rojhilatê Kurdistanê û Îranê  bi giştî tê rijandin û xwarin, bi hezaran însan di  dîroka vê rejîmê de hatin widakirin bi mîlyonan di şerê Îran û Iraqê yê bêwate de hatin kuştin û windakirin. Lê gelê Îranê û rojhilatê Kurdistanê bi min ew tilisima ku dixwestin gelê îranî, kurdan, tirkan, farisan, azeriyan bikin dijminê hev du têk çû.

Em dibînin ku êdî hêdî hêdî rejîm jî li xwe mikûr hatiye ku nifşê nû wan naxwazin ji bo îraneke demokratîk an jî ji bo di çarçoveyeke demokratîk de hemû gelên azadîxwaz bijîn. Mirineke biken û birûmet pêşwazî dikin ji ber ku  dihatiya van zarokan dihatiya vî welatî di astekî de be ku hemû weke birayan li tenişta hev bijîn. Ji destên wan melayên ku 44 sal in gelê Îranê dixapîne, digire, dikûje, îdam dike bi her awayî dixwazin ji vê tilisima xêrnexwazî xilas bibin. Tişta ku di destê me de ye weke hunermedên kurdistanî li diyasporayê em li vê derê di nav hewldanan de ne. Eger dilopek be jî em wê dilopê bê par nehêlin. Em dixwazin her kesê ku dengê me dibihîze çi hunermend, çi rewşenbîr, çi zanyar bi her awayî dikarin xizmetê bikin û bibin dilopek ji bo geşbûna vê şoreşa bêhempa û jê bê par nemînin ku azadî nêzîk e. Ji bo ku rojekê ji  nevîçirkên xwe re bibêjin di vê serhildana pîroz de para min jî hebûye. Ev tişta herî pîroz e.

Hûn dikarin serhildanê di kîjan astê de bişopînin û heta çi radeyê hunermend û rewşenbîrên Rojhilat û Îranê tev li serhildana gelên Îranê yan jî serhildana Jîna Emînî bûne?

Eger ku rola hunermend, rewşenbîr, kesayetên dilsoz bê xwestin em nikarin bi têr û tije bêjin ku her kes rola xwe dileyîze. Rol leyîstin ne dana peyamekê ye lê divê di pêşengtiya vê şoreşa bêhempa de bi canî, madî, manewî û bi pênûsa xwe bi hebûna xwe bi zanebûna xwe pêşengek be di nav vê şoreşê de. Çi li derveyê welat çi li hundirê welat.

Ji ber vê ye dibêjim ku tu hunermendek, nivîskarek, rewşenbîrek, xebatkerek û ragihandinek pejirandî be divê tu di nav êş û janê gelê xwe de cih bigirî eger tu cih negirî weke meseleya ‘dengê daholê ji dûr ve xweş tê’ tê guhê mirov. Ji ber vê yekê bê guman pêşengtiyeke baş heye lê têrê nake lawaz e.

Hunermend deng û rengê civaka xwe ne yanî hunermendên pêşeng, dilsoz û rastiya gelê xwe dibînin an jî rastiya gelan dibînin ji bo azadî ji bo wekhevî, ew hunermend jan û êşa gelê xwe hîs dike û xwe di nav de dibîne.

Rola hunermendan, rola rewşenbîran û çapemeniyê gelek girîng e di nava şoreşeke wiha de ji bona heq û hiqûqa meşrû ya gelên bindest bidestxistinê. Ev tiştekî gelek pîroz e ji ber vê yekê tevahî hunermendên xwe berpirsiyar dibînin û dixwazin xizmetekê bikin, an jî wek pênûsa destê rewşenbîr û rojnemegeriya îroyîn de xwe erkdar dibînin.

Hunermendên kurd jî yê dilsoz ên ku hunerê dikin ên ku xizmetê dikin û li kêleka gelê xwe ne, yên ku êş û jana gelê xwe hîs dikin û bi raya giştî re parve dikin. Ez behsa wan hunermendan dikim. Ev kesana bê gûman nikarin bê tevger bisekininû di nava tevgerê de ne ji ber ku parçeyek ji şoreşê ne, parçeyek ji tekoşînê ne.

Ji ber vê rola hunermendan gelek girîng e, di nava serhildanan de lazim e bi her awayî bi nasnameya xwe pêşeng bin, xebat û xizmetê bikin. Me berê ji anîbû ziman  ku şoreşa di kesayetiya jina bi navê Jîna Emînî de hatiye destpêkirin, şoreşeke modern e, modernbûna wê jî ya pênûs e li ser lênûsê. Ji ber ku tevahî beşên civakê cihê xwe tê de digirin. Ji heft salî heta heftê salî kurd, ereb, fars, azerî û gelên din di nava xaka Îranê de ne di pêşengiya jin û xortên ciwan de rabûne serhildanê bi yek armancê ku jiyaneke demokratîk pêk bê. Taybetî jî pêşengtiya herî zêde xwendekar hîn wateya wê girîngtir dike. Ev serhildana ku ew qas rengan di nava xwe de dihewîne, gelek pîroz e û bi wate ye. Her roj şehadeta gelek mirovan tê ragihandin û zextên giran jî gelê kurd û îranî bi biryar in ku li hemberî vê sîstema mejîgenî di nav serhildanê de bin. Û qadên serhildanê bi ve biryara wan a mezin heviyên azadiyê gelek mezin kirine.

Em dîsa vegerin huner ango muzîkê, li gorî we hunermendek dema ku stran û awazên xwe diafirîne, çawa teşe dide hunera xwe û çawa dikare bibe hunermendê gelê xwe?

Hunernendî ne tenê ezberkirina stranekê ye yan jî derketina ser dikê ye û weke hunermendên serdestan jiyana xwe berdewamkirin e. Eleqeya vê bi hunermendîtiya gel re tune. Hunermendên gel ew hunermendin ku êş û jana gelê xwe hîs dikin û parve dikin. Ev kes hunermend e ku dîrokeke wan a hunerî heye ku xebatek û xizmeteke wan a hunerî heye, ku di tevahî erênî û neyîniyan de li kêleka gelê xwe ne, navê wan hunermend e, şoreşger e, xebatkarên şoreşê ne.

Em jî weke neteweya kurd û Kurdistanê bi sedan salan ji bo bidestxistina heq û hiqûqên xwe yên rewa me tu caran serî netewandiye. Di 28 serhildanan de em aşkere vê dibînin û li kêlaka van serhildanan de her gav hunermendên şoreşger hebûn bi stranên xwe, bi awazên xwe û bi sirûdên xwe her gav li kêleka têkoşerên xwe yê azadiyê bûn. Ev hunermend heta roja îro navê wan ê nemir di asîmanê vî welatî de diçirisin û şewqa xwe didin weke stêrkeke geş. Ji ber vê yekê nasnameya hunermendiyê nasnameyeke gelek giran e.

Çawa ku bi sedan hunermendên me bûn stêrkên geş li asîmanê welatê me lazim e hunermendên kurd wan ji xwe re mînak bigirin, ji ber ku ew hem hunermend hem jî şoreşger bûn.

Hêviyên te ji sala 2023’an çi ne û çi xebatên we yên hunerî yên di nava vê sala nû de hene?

Em ji weke her dilsozeki Kurdistanê hêviya me ew e ku sala 2023’yan bibe sala aramiyê bibe sala serkeftine û bibe sala xêr û bereketê ji bo gelê me û ji bo tevahî gelên azadîxwaz ên cihanê.

Xebatên me yê hunerî berdewam in. Gelek stranên derveyî albûmê, me amade kirine, ew jî di demeke nedûr de  em ê diyarî gelê xwe bikin, diyarî çand û hunera Kurdistanê bikin. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tendûrustî mixabin ev xebata me hinek dirêj ajot lê di demeke herî nêz de em ê van jî weke albûmeke nû diyarî gelê xwe bikin.

Kawa Ûrmiye kî ye?

Kawa Ûrmiye di sala 1975’an hatiye dinê û ji malbatekê ku hunera dengbêjiyê tê de xwedî pêşîneyeke dîrokî ye. Ji herêma dêrîn û cîhwarê hezretê Zerdeşt anku Urmiyê ye ku navendeke bajarvanî û li rojhilatê Kurdistanê jî weke qadeke serhildanên siyasî di rûpelên dîroka Kurdistanê de xwedî navekî giran e. Kawa di yekemîn berhema xwe de tenê li Urmiyê namîne bi vegotina destana Kobanî sedan kezîzer û mêrxasaņ û hevalên doza azadiyê û pê re jî xweziyên dayikên me yên dil biêş bi bîra me tîne.