19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Xezîneya me dilê gel e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di komcivîna partiya xwe de balê kişand ser planên ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve li dijî partiya wan tên amadekirin û xezîneya wan dilê gel e.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di komcivîna partiya xwe de axivî. Sancar, destpêka axaftina xwe de 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz kir û wiha got: “Di serdemeke ku azadiya çapemeniyê ji holê hatiye rakirin, li her qadê deng tên qutkirin de ez hemû kedkarên çapemeniyê yên ku peywira xwe bi cih tînin pîroz dikim. Divê ev roj, weke roja têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê were dîtin. Ji ber vê têkoşîna hûn didin, li ser navê partiya xwe spasiyên xwe pêşkeşî we dikim.”

Bi domdarî Sancar bal kişand ser doza girtinê ya HDP’ê û bloqekirina alîkariya xizîneyê û wiha got: “Pêvajoya kompas, operasyon û dozê ya li dijî partiya me, bandorê li hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê dike. Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind îro li Dadgeha Destûra Bingehîn mutalaaya devkî da. Çendek roj berê jî hesabên me yên ku dê alîkariya xizîneyê jê re bihatine şandin hatin bloqekirin. Divê ev geşedan, tenê weke zextên li ser HDP’ê neyên dîtin. Ji ber ku li tevahiya Tirkiyeyê rê li ber texrîbatên mezin vedike.

Gotin xelas nabe

Di rojeva me de komploya siyasî û encamên wê yên giran e. Vegotina vê rewşê peywira me ye. Rêgeza me ev e, gotina naqede, têkoşîn bi dawî nabe. Tu cihekî ku gotin lê xelas dibe nîne. Ji bo qanehkirin û xebateke bi hev re dawiya diyalogê nîne. HDP 11 sal berê ji bo ku hemû nasname, bawerî, kesên rastî cihêkariyê hatin, ciwan, jin û kedkaran di pêşereojeke hevpar a komara demokratîk de li ser bingeha hemwelatiya wekhev bîne cem hev hat damezirandin. HDP’ê têkoşîna xwe ya siyasî bi têkoşîna civakî re kir yek û heta roja me hat. Di vê têkoşînê de HDP’ê bi gelê kurd re, bi hemû hêzên sosyalîst demokrat û şoreşger ên Tirkiyeyê re, bi rêxistinên ekolojiyê, jin û ciwanan re têkoşîneke hevpar da. Niha jî bûye hêviya veguhertinê ya bi milyonan kesan. Tevî her cureyên êrişan jî xwe şaş nekir û roj bi roj mezintir bû. Bi saya tifaqên qewîm re jî ev zext bertetef kir.

HDP’ê tu carî cihêkarî nekir û bû dengê hemû kesên dengê wan tê qutkirin. Ji bo civaka ku bi qirika wê hatiye girtin bû nefes. HDP’ê rêyên nû çêkirin, vebijêrkên nû afirand û rêyên têkoşînê mezin kir. Ji pirsgirêka kurd heta pirsgirêkên demokrasî, edalet, ked û ekolojiyê, di her qadê de ji bo welêt gotina xwe kir, siyaset afirand û çareseriyên rasteqîn pêş xist. Di mijarên makeqanûn, aborî, demokrasî û civakî de rêjeya demokrasî, wekhevî û azadiyê bilindtir kir.

Bernameya Demokrasiyê

Siyaseta wêrek û mayînde ya HDP’ê ya di her qadê de derxist holê bê ka bernameya çareseriya hevpar a hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çi ye. Veguherî bernameya birêvebirin û xurtkirina demokrasiyê. HDP bû aktora avaker a bingehîn a îradeya bi milyonan ku ji hêla siyasetê ve diyardike. Bû navenda siyasî û civakî ya ku sala 2023’yan û salên piştre diyar dike. Vebijêrka demokratîk a ku hêza siyasî û civakî ya HDP’ê afirandî, di rejîma despot a yekperest de şikestina herî mezin çê kir. Yek ji mînakên vê şikestê ya herî mezin ku nayên jibîrkirin jî tecrûbeya 7’ê hezîranê ye. Têkçûna ku wê demê ya AKP’ê nîşanî hemû gelên Tirkiyeyê da ku jiyanek, welatek û pergaleke nû pêkan e. Siyaseta me ya ku xwe dispêre vîna gel, rizîbûna xwe dispêre zordestî, bêhiqûqî, înkar, şer û talanê ber bi dawiyê ve anî.

Li dijî talan, şer û kedxwariya qesrê xwe li ser pêyan girt û têkoşîna gel û heqîqetê meşand. Lewma jî siyaseta îktîdarê şikestên mezin xwar û baweriya wê şikest. Planên wê yên ji bo pêşerojê serûbin bûn. Hêza ku rê li ber vê vekirî jî HDP ye. Fikriyata HDP’ê, têkoşîna wê ya civakî û siyasî ye. Lewma jî roj bi roj bêhtir rastî êrişan tê. Ji ber ku li pêşiya mayîndekirina pergala otorîter, yekperest, mêtinger û talanker astengiya herî mezin HDP ye. Herî zêde bloka îktîdarê ya heyî bi vê rastiyê dizane. Lewma jî bi hêzên ku tu eleqeya bi hev re nîne bûne yek. Koalîsyoneke dewletê ya nû ava kirin û xercê vê koalîsyonê yê bingehîn jî dijbartiya kurdan û dijminatiya li wan e.

Em mezintir bûn

HDP navnîşana têkoşîna hevpar a gelan û vebijêrka rasteqîn e. Bi vê rastiyê dizanin lewma bênavber êrişan dibin ser û li ber wê komployan çêdikin. Di sala 2016’an de parêzbendî rakirin û di 4’ê mijdarê de jî darbeya siyasî kirin. Di darbeya siyasî de hevserokên me yên berê jî di nav de gelek parlamenter û rêveberên me hatin girtin. Bi dozên vala hewl dan wan bidarizînin û operasyon jî bênavber dom kirin. Em her roj bi binçavkirinên nû hişyar dibin. Dibêjin qey bi van operayonan dê HDP’ê ji rêya wê bikin lê xwe dixapînin. Lê berevajî vê em roj bi roj mezintir bûn. Em roj bi roj mezintir bûn. Ji ber ku kokên me di dilê gel de ne.

Niha hewl didin bi doza girtinê me tesfiye bikin û bêdeng bikin. Lê belê hewldaneke vala ye. Em ne tenê bi gotinê dê bisînor bimînin. Em ê di her firsendê de vê bi wan bidin jiyîn. Em ê nîşan bidin ku dê nekarin bi ser kevin. Em ê kesên êrişên giran tînin ser me pir mezin bidin windakirin. Li dijî hewldanên îktîdarê ku dixwaze di pêvajoya hilbijartinê de siyasetê dîzayn bike, di her firsendê de helwesta xwe ya diyar nîşan dide. Weke di mînaka dawî de, rê nîşanî muxalefetê û hêzên demokrasiya civakî da. HDP di rêya ber bi demokrasiyê ve diçe de stêrka qurixê ye. Bi guhertina makeqanûnekêr e derketin pêşberî civakê. Weke ku hûn jî dizanin jidil nînin. Hewl didin hebûna xwe bi van bizavan bidomînin. Lê HDP’ê ev lîstika wan jî vala derxist. Tu pirsgirêka me bi dersokê re nîne û em li gel azadiyên herî berifreh in. Em ê destûrê nedin ku îktîdar mijara dersokê ji bo hilbijartinê bi kar bîne û hewl bide. Me ev rê li ber girt û muxalefet niha di vê rêyê de dimeşe. Em ê pêşerojeke ku hemû bawerî tê de wekhev dijîn û hemû gel tê de azad dijîn ava bikin. Em ê rê nedin ku îktîdar siyasetê dîzayn bike.

Operasyonên siyasî

AYM’ê hefteyek berê biryarek da. Biryara xespkirina alîkariya xizîneyê ya partiya me da. Jixwe hewce nake qal bikim bê ka doza girtinê çawa hate vekirin. Ev doz di encama kampanya û zexta MHP û hêzên tarî de hate vekirin. Doza girtinê, di encama wê kampanyayê de piştî ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind di 17’ê adarê de îdianame dayî AYM’ê hate vekirin. Baş e lê di 18’ê adarê de çi hebû? Kongreya MHP’ê hebû. Şirîkê mezin, weke diyariyeke kongreyê da şirîkê biçûk. Daraz ewqas kirine amûra operasyonên siyasî. Piştre jî AYM’ê bi sedema ku îdianame gilêş bû, lê vegerand. Lê serdozgeriyê dîsa îdianame amade kir û metnek da AYM’ê. Ew jî di 7’ê hezîranê de da. Ji ber ku êşa wan bo wê rojê hebû. Kompaseke siyasî ya wan derdoran e ku nikarin HDP’ê bi zext û zilmê têk bibin.

Heman tişt beriya ku alîkariyên xizîneyê bên şandin bi bloqekirina hesabên partiyê kirin. Dîsa MHP derket û bi gef û şantajan xwest alîkariya xizîneyê ya bo HDP’ê bê qutkirin. Piştre me dît ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind bi vê daxwazê serî li AYM’ê da ye. Beriya niha jî du caran serlêdan kiribû lê her du jî hatibûn redkirin. Piştre serdozger dîsa serî li AYM’ê dide lê AYM agahiyê nade partiya me. Em li ser çapemeniyê jê hay bûn. Di dewleteke hiqûq lê heyî tiştekî wiha nepêkane. Lê serlêdan hate qebûlkirin û mafê parastinê jî nedan me. Li şûna xwe rûdinin û li benda fermanên qesrê disekinin. Ev tevek jî operasyonên siyasî ne. Ev pergal tu pîvanan, hiqûq û zagonan nas nake. Tenê hewl dide hebûna xwe bidomîne.

Xezîneya me dilê gel e

Dema HDP’ê diparêzin, di esasê xwe de civakê diparêzin. Bayê HDP’ê li her derê heye. HDP bi hêza gel siyasetê dike. Ev biryara bloqeyê ji bo me tu wateya wê nîne. Xizîneya me, dilê gelê me ye. Me di hilbijartinên 7’ê hezîranê de yek qirûş alîkariya xizîneyê wernegirt. Lê dilê bi milyonan bi me re bû. Me di vê çarçoveyê de li ber xwe da û em bi ser ketin. Em dîsa ji wir bimeşin û bi ser kevin.

Operasyona li dijî HDP’ê hatiye kirin ne tenê bi wê ve bisînor e. Tirkiye ber bi hilbijartina herî krîtîk a dîroka xwe ve diçe. Îktîdar bi tirsa hebûn û nebûnê tevdigere û serî li her rêyan dide. Ev bêhiqûqtiya li dijî me tê kirin jî bi mebesta dîzaynkirina vê pêvajoyê ye. Dixwazin hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ji hev belav bikin û bi vî awayî armancên xwe pêk bîne. Lewma operasyona li dijî HDP’ê tê kirin, li dijî her kesên azadîxwaz, demokrasîxwaz û kesên edaletê dixwazin e. Rêya valaderxistina van operasyonan, seknekî hevpar e. Jixwe HDP li ser vî esasî têdikoşe. Ev welat bê vebijêrk nîne. Heta niha digotin qey ev welêt neçarî du vebijêrkan e. Lê bawer bikin tiştekî wisa nîne. Em hene, anku hêzên demokrasiyê hene. Rêya Sêyemîn heye. Em ji bo guhertinê tên û dê tariyê belav bikin.

Divê herkes heqîqetê bibîne

Yên ku heqîqeta heyî paşguh dikin û tune dihesibînin, nikarin bi xwe re tu guhertinan bînin û pêşerojeke demokratîk ava bikin. Heqîqeta herî mezin a welêt, HDP, Tifaqa Ked û Azadiyê û bloka herî mezin a demokrasiyê ye. Yên ku vê heqîqetê tune dihesibînin û nas nekin, nikarin vê pergala derew, talan, dizî û kedxwariyê bi dawî bikin. Em hev nexapînin. Bi avakirina maseyên derew ve kesek nikare pêşerojê li ser bingehe demokratîk ava bike.  Em baş dizanin bê ka çi dikin. Em biryara her tiştekî piştî nîqaşên dûvdirêj didin. Bila kesek li ser polîtîkayên me nekeve nava hewldana spekulasyonên erzan. Berevajî vê, em derfetê didin ku her kesên li vî welatî guherîn û veguherînê dixwazin bi heqîqetê re hevrû bibin. Wê demê dê heqîqetê bibînin û bi heqîqetê re bimeşin.

Me di 27’ê îlona 2021’an de deklarasyonek weşand ku kevirên bingehîn ên demokrasî, çareserî û aştiyê nîşan dida.  Her wiha rêveberiyên wê jî destnîşan dikir. Ji wê rojê ve jî em gavên di wê deklarasyonê de şênber dikin. Em gavan diavêjin û roj bi roj mezintir dibin. Bila hemû kes biryarên me jî di vê çarçoveyê de binirxîne. Em bi heqîqetê re hevrû dibin û rêbazên rasteqîn pêşniyar dikin. Di avakirina pêşeroja vî welatî em hêj xwedî wê îdiayê ne ku hêza navendî ne.

Wê milyon pêşerojê diyar bikin

Partî dê were girtin an nayê girtin em guh nadin vê. Me hêj ji roja destpêkê ve dest bi xebatên xwe kir û vebijêrkên xwe afirand. Em hêza xwe ji gel digirin û dê di hilbijartinê de jî vê hêza xwe careke din nîşan bidin. Bila bloka îktîdarê baş bizane ku ev hêz dê teqez bandorê li encamên hilbijartinê bike. Hûn dê nekarin bi gefan, şantajan û lîstikan vê rastiyê biguherînin. HDP heye, HDP tê û hûn dê pir mezin winda bikin. Dema hûn winda dikin jî em tevek dê pir mezin qezenc bikin. Em bi israrin û ev têkoşîn û biryardarî hêviyê li ser pêyan digire.