6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermendekî têkoşer: Erdewan Zaxoyî

Kurdistan Kurdistan,
barê giran Kurdistan,
derdê dilan Kurdistan
çawa dijmin biriye ba xwe
kiriye Kurdistana xwe.
ji Xaneqîn heta Zaxo
Ji Diyarbekir heta warê Botan
kurdo hejar êdî rabe ji xew
kurdistan, kurdistan
derdê dilan Kurdistan…
Hunermendê nemir Erdewan Zaxoyî li ser van gotinan saz kiribû jiyana xwe. Li dijî planên ku li ser kurdan hatibûn ferzkirin hişyariya rabûnê dida. Ew şervanekî wêrek, dildarekî hunera kurd bû. Roj hat çek girt li çiyayê Kurdistanê geriya, roj hat bi awaz û dengê xwe xitabî evîn û hesretên me kir.

Erdewan Zaxoyî bi navê xwe yê resen Erdewan Elî, di sala 1957’an de li başûrê welat, li bajarê Zaxoyê ji dayik dibe. Di salên ku Erdewan zarok bû de gelek malbatên kurd di nav rewşeke xizan de bûn. Ji ber malbata wî di warê aborî de pirsgirêkên mezin dijiya, Erdewan neçar ma dev ji dibistanê berde û dest bi kar bike. Lê jiyana ku ji zarokatiyê de gelek astengî derxistibû pêşiya wî, weke xelat tiştek dabû Erdewan. Ew jî dengekî zelal û xweş bû. Erdewanê di çûyîn û hatina li ser kar de bi wî dengê xwe distirî. Lê nizanibû ku dê rojekê ev deng bigihe guhên milyonan.

Salên ciwantiyê ji bo Erdewan Zaxoyî, dibe destpêkirina pêvajoyeke girîng. Li aliyekî bi dengê xwe yê zîz bi muzîkê re eleqeder dibe, li aliyê din ji bo gelê kurd têdikoşe.
Eleqeya wî ya li muzîkê, di demek kin de encam dide. Erdewan gotinên stranan dinivîse û bi awaza xwe ruh dide wan gotinan. Ev yek bala derdora wî dikşîne. Li ser vê pêşketinê biryar dide ku albûmekê derbixe. Dema digihîje 21 saliya xwe ango di sala 1978’an tevî hemû zehmetiyan albûma xwe ya yekemîn derdixe. Ev gav ji bo wî gaveke giranbuha ye.
Ji ber ku xwe di têkoşîna gelê kurd de kêm didît pir aciz dibû. Li ser vê yekê tev li refên pêşmergeyan dibe û di wan salên ku albûm derdixe de li çiyayên Kurdistanê tev li têkoşîna pêşmergeyan dibe.

Li çiyayên Kurdistanê bi nasnameya xwe ya pêşmerge hunera xwe jî didomîne. Têkoşîna ku gelê kurd li dijî dagirkeran dimeşîne, di muzîk û hunera Erdewan de dibe mijarên sereke. Li ser berhemên ku diafirîne şopa têkoşîna kurdan cih digre.
Di wan salan de Erdewan, li gel hemû zordestiyan dîsa dest ji hunerê bernade, xwe weke pêşmergeyekî hunermend dihesiband û tev li hemû şev û şahiyan dibû. Wekî gelek hunermendên kurd li gel tevî xetereyan hunera xwe li Başûr û li Bexdayê dimeşîne. Demekê di radyoya dengê Bexdayê de dixebite. Hunermendê wê demê Eyaz Yûsif Zaxoyî û gelek navên din ku dengên Erdewan dibihîzin, ji bo dengê wî dibêjin ‘dengekî nimune ye’.
Eşqa wî ya welat û hunera kurdî, di dilê gelê kurd de cihekî taybet afirandiye. Ev yek di şevbêrk û hevditînan de baştir dihat fêmkirin. Erdewan dema ku diçû ser dikê, gel ew bi dirûşmeyên ‘Kurdistan û Pêşmerge’ pêşwazî dikir. Şahiyê ku Erdewan tev lê dibû, gelek bi coş derbas dibû.

Di sala 1980’yan de di warê muzîka polîtîk a kurd de rojên girîng dihatin jiyîn. Di nav refê tevgera azadiya kurd de navên wekî Hozan Sefkan û Şehîd Mizgîn koma berxwedan ava kirin. Di naveroka xebatên vê komê de, berhemên gelek hunermendên nemir ên kurd cih digirin. Yek ji wan berheman jî strana ‘hey lê lê’ ya ku ji aliyê Erdewan Zaxoyî ve hatibû nivîsandin û gotin.

Şoreşgeriya mezin û hunermendiya bi nav û deng ya Erdewan, dijmin gelek tirsandibû û ew jî wekî gelek navên din di lîsteya kesên ku dijmintiya kurdan dikir de cih girtibû. Lê ev yek ne xema wî bû. Ji ber ku bi berdileke mezin ketibû vê rêya ku pîroz didît.
Şert û mercên wê demê gelek zehmet bûn, ji ber ku çêkirina bandan li çiyê û li Başûr gelekî zor bû. Her çend pêşketineke hebû jî Erdewan li gor dilê xwe nikaribû hunera xwe bimeşanda. Erdewan jî bi vê zanebûnê her bçend nexwaze jî bi armanca pêşxistina hunera kurdî ji refên pêşmerge diqete û biryar dide ku biçe Ewropa, li wir hunera xwe di asteke nû de bimeşîne.

Lê di vê rêyê de rastî astengiyan tê. Lewre hunera wî ya ku li ser têkoşîna kurdan çêdikir ew kiribû hedefa hêzên rejîma Baasê. Dema ji bo karê pasaportê vedigere Zaxoyê rêhevalê wî Eyaz Zaxoyî bi jehrê tê qetilkirin. Qetilkirina hevalê wî bandoreke mezin li Erdewan dike û dizane ku ew jî di hedefa xwînxwarên kurdan de ye.
6 roj piştî qetilkirina Eyaz Zaxoyî, di şeveke 26’ê çileya 1986’an de li oteleke Bexdayê ji aliyê hêzên Baasê yên Seddam Huseyîn ve tê binçavkirin. Piştî vê binçavkirinê Erdewan Zaxoyî tê wendakirin û ji wê şevê şûn de tu agahî jê nayê girtin. Heta niha tu kes nizane ku çi hatiye serê Erdewan Zaxoyî.

Dema dijmin bixwaze neteweyekê ji holê rabike pêşî dest dirêjî çand, dîrok, huner, axa û gelê wî welatî dike. Di şexsê Erdewan Zaxoyî de cardin ev rastî dubare bû. Cardin destên bi xwîn xwe dirêjî dildarê çanda kurdî kiribûn.
Yek ji dengbêjên bîr û çanda kurd Erdewan Zaxoyî, di jiyana xwe ya hunerî de bi dengê xwe yê xweş deng da ji her cureyên muzîkê. Berhemên ku bi ked û hesteke kûr afirand ji bo şopdarên kevneşopiya dengbêjan bûn mîrateyên giranbuha. Bi taybet di serî de hunermendên li başûrê Kurdistanê, gelek hunermendên ku li ser muzîka kurdî xebat dimeşînin, di hilberînên xwe de dengbêj Erdewanê Zaxoyî wek çavkaniyeke zêrîn dibînin.
Ne tenê hunera kurd, hunera tirk jî berhemên Erdewan Zaxoyî gelek caran ji xwe re wek çavkanî dîtine. Lê mixabin ev bikaranîna tirkan di asta dizî û bişaftinê de pêk tê. Heta niha gelek berhemên Zaxoyî ji aliyê hunermendên tirk ve hatin dizîn. Em dikarin bibêjin ku stranên Erdewan Zaxoyî yên ku kurdên başûrê Kurdistanê bi kurdî guhdar dikirin, li Bakur ji aliyê hunermendên tirk ve bi tirkî hatin guhdarkirin.

Li gel tevî van pêkanînên qirêj, hêza ku di deng û hunera Erdewan Zaxoyî de veşartî bû, destûr neda ku muzîka wî wenda bibe. Erdewanê Zaxoyî hîna jî bi wî dengê xwe yê balkêş, dema tê guhdarkirin di dil û mêjiyan de hestên evînî, dilsojî û şoreşgerî ji nû ve jîn dide.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê