17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîlîsên Talîban aktîvîsta afganî Mohammadî revand

Mîlîsên çekdar ên Talîbanê aktîvîsta afganî Zahra Mohammadî piştî daxuyaniyê revand. Mîlîsên Talîbanê piştî Mohammadî revandin niha nayê zanîn li ku tê girtin. Mohammadî piştî hat revandin, bi rêya telefonê agahî parve kir. Mohammadî peyam ji pêşenga Tevgera Çalakiyên ji Xweber a Jinên Şervan ên Afganîstanî (SMAWW) Wahida Amirî re şand û got: “Ez li cihekî nayê zanîn têm girtin. Taliban ji bo Amîrî jî birevînin ketine nava tevgerê.”  Amirî têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya re axivî û wiha got: “Her tişt bêtir dijwar dibe. Kes ji bo me ji vir derxin tiştekî nakin. Me hemûyan dişopînin. Jin tên revandin. Em nizanin wan dibin ku?”

Amîrî hefteya borî vîdeo ji MA’yê re şandibû û xwestibû di raya giştî de dengê wan bê belavkirin.