spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hûsiyên Yemenê li derveyî fezayê êrîşî îsraîl kirin

Yemenê li dijî Îsraîlê di dîroka leşkeriyê de êrîşek nû pêk anî û li derveyî atmosfera cîhanê bi moşekê êrîşî Îsraîl kir.  

Bi şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de di dîroka leşkeriyê de ceribandinên nû tên kirin. Li gorî agahiyekke ku Îsraîl parve kir, Hêzên Hûsî yên Yemenê di 30’ê cotmehê de li derveyî atmosfera cîhanê bi moşekê êrîşî wê kirine.

Beriya niha tu şer li derveyî atmosfera cîhanê bi 100 kîlometreyî li ezmanan nehatibû kirin. Ev êrîş bû êrîşa herî mesafe dirêj ku di navbera Îsraîl û Yemenê de hatiye kirin. Di navbera Îsraîl û Yemenê de bi qasî 2 hezar û 200 kîlometre navber heye.

Îsraîlê, ragihand kku bi saya sîstema astengkirinê ya 4 a bloka Arrow 2 ku teknolojiya herî pêşketî ye û di sala 2000’î de ketiye xizmetê, moşekeke balîstîk a Kader ku ji ber sîstema Şahab 3 a Îranê hatiye hilberandin, li derveyî atmosferê îmha kiriye.

Lêkolînerê Eurasia Group Gregory Brew li ser X’ê (Bi navê xwe yê berê Twitterê) der barê mijarê de daxuyaniyek da û deestnîşann kir ku Yemen di dîrokê de bûye yekemîn welatê ku şerê fezayî daye destpêkirin.

Di şerê navbera Hamas û Îsraîlê de heta niha Hûsiyên Yemenî gelek êrîşên drone û moşekî li Îsraîlê kirine.