26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îdianameya DÎAYDER’ê hat qebûlkirin

28 endamên Komeleya Piştvanî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) di 3’ê tîrmehê de hatibûn binçavkirin. Ji 26 kesên ku 7 roj an di bin çavan de mabûn Alî Fûat Hatîp, Aydin Ayhan, Enver Karabey, Mehmet Înan, Mehmet Emîn Aslan, Nezîr Erdemcî, Ekrem Baran, Hafîk Tûnç û Sefa Mehmetoglû bi hêceta xutbeyên xwe bi kurdî xwendine, beşdarî ‘Nimêja Înê ya Sivîl’ bûne û xebatên komeleyê bi rê ve birine hatin girtin, 17 kes jî hatin berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdianameya piştî 6 mehan amade kir, pêşkeşî 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê kir. Di îdianameya beriya niha dozger servîsî medyaya hewzê kiribû de 23 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “bi zanebûn û bi vîn alîkarî dane rêxistinê” tên sûcdarkirin. Der barê 5 kesan de jî biryara neşopandinê hat dayîn.

Dadgehê îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hevdîtinên telefonan ên endamên DÎAYDER’ê, parvekirinên wan ên medya dîjîtal, raporên komeleyê yên dema binçavkirinê de dest danîbûn ser û beyanên şahidên nepen weke delîl tê de cih girtin. Di îdîanemeyê de tê îdiakirin ku xutbeya ji aliyê melayan ve hatiye dayîn ne zaravayekî herêmî yê kurdî ye û kurdî kirine mijara sûcdariyê. Dozger di îdianameya xwe de peyvên weke “Civak, Bawermend, Hêja, Jiyan, Hember, Rûmet, Taybet” ku di xutbeyê de hatine gotin kir “termînolojiya rêxistinê” û weke sûc dîtin.

Sûcdariyeke din jî mirîşo bûyîne. Hat îdiakirin ku Mehmet Înan li ÎBB’ê mirîşo ye û kesên ku weke mirîşo digirin kar, rêveberên DÎAY-DER’ê dibin referans. Bi qebûlkirina îdîanameyê re doz ji qonaxa lêpirsînê derbasî qonaxa dozgeriyê dibe, dosyayên din ên ku serokê dadgehê yê ku îdîaname qebûl kirî li ber çavan digire.

Serokê 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di heman demê de ewe ku cezayê hefsê li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, wekîlê berê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) biriye.

Wê danişîna ewil di 18’ê Sibata 2022’yê were dîtin.