17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD bi girtiyên siyasî û rojnamegeran re hevdîtin pêk anî

Parêzerên ÎHD’ê çûn serdana rojnamegerên ku di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin û hevserokên DBP’ê yên Amedê ku di êrîşên dawî de hatibûn girtin û hevdîtin bi wan re kir

Li ber deriyê girtîgeha Amedê ya tîpa D’yê der barê hevdîtinên xwe yên bi rojnameger û hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hayretî Altûn de serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan ya Amedê parêzer Abdullah Zeytûn daxuyaniyek da.

Ji ber ku ev demeke dirêj e rojnameger hêjî doznameyên wan nayên amadekirin û ji bo hevserokan parêzer Abdullah Zeytûn axivî û wiha got: “Me hevdîtinek bi rojnamegerên ku 7 mehe di girtîgehê dene û hevserokên DBP’ê Keskîn Bayindir û Hayretîn Altûn re pêk anî. Mixabin li vî welatî kesên ku mafên mirovan û siyaseta demokratîk biparêzin wan binçav dikin û digrin. Herî dawî di êrîşên li dijî (DBP)’ê de her du hevserokan bi awayekî derhiqûqî girtin. Dema ku em bala xwe bidin van dosyayan jî girêdayî vê siyasetê ne. Ew rojnameger tu sûcekî nekirine bi tenê wan karê xwe yê pîşeyî kiriye.  Ji ber ku ew parastina mafê vî gelî dikin û rastiyan derdixin ber çavan loma ew tên girtin.”

Siyaseta sivîl û demokratîk dikin amûrên sûç

Abdullah Zeytûn bal kişand ser rewşa operasyonên dewleta tirk û ev tişt got: “Em wekî parêzvanên mafê mirovan helbet em ê li pişt vê dozê bin û bernedin. Rêvebirên (DBP)’ê ji ber nasnameyên xwe yên kurdîtiyê hatin girtin. Ji bo ku li hemû qadan siyasetek demokratîk bidin meşandin lê mixabin hê bêhtir dewlet zext û zordariyên xwe zêde dikin. Hinceta girtina hevserokê bajêr yê DBP’ê Keskîn Bayindir, beriya niha di dosyayên wî de biyara ne şopandinê danê. Mixabin dema ku mijar dibe siyasetmedarên kurd ew rastî van bêhiqûqiyqn tên.  Di der barê van girtinan de tu delîlek tune ye. Bi tenê li gor kêfa xwe tevdigerin û êrîş dikin. Mirovan bi hêsanî îşkence dikin û dibin girtîgehan.”

Heq hiqûq edalet ji bo herkesî derbas dibe

Zeytûn di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Îro di heman demê de kedkarên çapemeniyê ji ber ku mafên xwe yên azadiya fikir û ramanê pêk tînin rastî astengî û girtinê tên. Bi mehane van însanan di girtîgehê de dihêlin û wan nabin pêşberî dadgehê, tenê ji ber wan faaliyetên pîşeyî meşandine. Ew faaliyetên wan wekî sûc hatine dîtin. Hêjî bi awayekî kêfî doznameyên wan nayên amadekirin. Li vir daraz ne bê alîye. Li vir tiştên ku dikeve ser milê muxalefetê jî ew e ku li hemberî van êrîşên li dijî BDP û çapemeniya azad bêdeng nemîne. Heq hiqûq edalet ji bo herkesî pêwîste. Li hember vê bêhiqûqiya ku tê kirin divê ku muxalefet jî helwesta xwe deyne holê û biaxive. Em wek parêzvanên mafê mirovan van kiryaran qebûl nakin û em ê herdem şopdarê doza wan bin.”