18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî lihevkirina bi rejîma Şamê re xwepêşandanên girseyî

Li dijî hevdîtinên dewleta tirk û rejîma Şamê li seranserê bakurê Sûriye xwepêşandan û nerazîbûn hebûn

Xwepêşandan li seranserê bakurê Sûriyê belav bûn, li bajar û bajarokên Idlib, Ezaz, Marea, Soran,  Axtarîn, El-Raî, Qebbasîn, Bza’a, El-Bab, Cerabulus û El-Gendûra gel dakete kolanan û nerazîbûna xwe li dijî hewldanên lihevkirina bi rejîma Şamê re anîn ziman.

Îro navê îna “Em bimrin jî em bi Esed re lihev nakin” li meş û xwepêşandanan hatin kirin. Nerazîbûna gelê bakurê Sûriyeyê û deverên di bin kontrola dewleta trik de li dijî hevdîtina rayedarên tirk bi rayedarên hikûmeta Şamê re bûn.

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da xuyakirin ku navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê bûne şahidê hêrsa xelkê, piştî ragihandina civîna sêalî ya wezîrên berevaniya Tirkiyê û Rûsyayê yên bi rêjîma Sûriyê û serokên îstixbarata Sûriyê û Tirkiyeyê re.

Di vê çarçoveyê de çalakvanan li ser torên civakî banga xwepêşandanên girseyî kirin, piştî pêkanîna pêngavên yekem ji nêzîkbûna dewleta tirk  rejîma Esed, ji bo vegerandina peywendiyan di navbera herdu aliyan de.

Çalakvanên Idlibê li ser torên civakî li dijî Tirkiyê û komên ku girêdayî Tirkiyê ne û di bin kirasê wê de kar dikin, belavok belav kirin.