3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Celalettîn Can tavilê berdin

Rêvebera Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen xwest girtiyê nexweş Celalettîn Can tavilê serbest berdin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 479’an de çalakiyê li dar xist. Înîsiyatifê çalakî li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê pêk anî. Gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Berdevkê Komeleya 78’an Celalettîn Can ê li Girtîgeha Marmarayê ya Tîpa L’yê ya Jimara 5’an girtî ye. Çevîrmen diyar kir ku Celalettîn Can ji ber doza rojnameya Ozgur Gundemê ceza xwariye û dema hatiye girtin wî ji bo 5 rojan girtine û lê tevî vê yekê jî bi awayek bêhiqûqî girtî tê ragirtin. Çevîrmen da zanîn ku gelek nexweşiyên Celalettîn Can hene û her ku diçe rewşa li girtîgehê bandorê li ser rewşa wî dike. Çevîrmen anî ziman ku di 29’ê îlonê de hişê Celalettîn Can diçe û gêj dibe û serê xwe li ranzê dixe û dikeve erdê û dotira rojê serê sibehê wî dibin nexweşxaneyê. Çevîrmen destnîşan kir ku divê tavilê bê berdan û tevî ku mafê wî yê serbestiya bi kontrole jî heye lê dîsa nayê berdan û her ku diçe şertên girtîgehê yên nebaş bandorê li ser jiyana Can dike û heta ku pirsgirêkên girtiyên nexweş û girtîgehan bên çareserkirin dê daxwazên xwe bînin ziman.