17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karataş: Heke ez bimirim îdareya girtîgehê berpirsiyar e

Girtiyê nexweş Kasim Karataş ê ku 32 sal in girtî ye û du caran berdana wî hat astengkirin, got: “Heke tiştek were serê min yanî ez bimirim, îdareya girtîgehê û ÎGK’ê berpirsiyar e.”

Komîsyon Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 607’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Kasim Karataş ê ku rewşa wî giran e û li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê tê ragirtin. Malbatan çalakî li ber ÎHD’a Stenbolê li darxistin û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn.

Rêveberê ÎHD’a Stenbolê Ferît Barût daxuyanî da. Barût bal kişand ser rewşa Kasim Karataş û destnîşan kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê her ku diçe rewşa Karataş dijwar dibe.

Barût diyar kir ku Karataş di 7’ê mijdarê de ji bo wan name şandiye û nameyê xwend: “32 sal in ez di girtîgehê de me. Cezayê min di 2’yê tebaxa 2023’yan de qediya û diviyabû ku ez bi şert bihatama berdan. Ji bo vê jî tu astengiyek yasayî nebû û niha jî nîne. Ji ber ku beriya 3 sal û nîvan ez ji Girtîgeha Rihayê ya Tîpa F a Jimara 2’yan sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’ê ya Hejmara 2’yan kirin. Di nava van 3 sal û nîvan de ne lêpirsîna dîsiplînê li ser min hat destpêkirin û ne jî rewşeke neyînî rû da. Lê bi îdiaya bêbingeh a Desteya Îdaree û Şopandinê ya Girtîgehê ku 3 sal û nîv e her tim ‘halê nebaş’ tevgeriyam ji ber ku ez endamê rêxistinê bûm û poşman nebûm, pêşî berdana min 3 mehan hat taloqkirin heta 2’yê mijdarê. Di 2’yê mijdarê de bêyî ku bingeheke hiqûqî ya rast hebe, dîsa ji bo 3 mehên din, ango heta 2’yê sibata 2024’an berdana min hat taloqkirin.

 Rewşa min giran e

Di van 32 salan de li girtîgehê nexweşiyên cidî bi min re peyda bûn. Ez ji dilê xwe bi awayek xedar nexweş im. Ez dermanên giran bikar tînim. Nikarim pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînim. Ez di rewşek nexweşê nav nivînan de me. Sepan, şert û mercên girtîgehê adeta veguherîne îşkenceya li ser me. Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê û îdareya girtîgehê nahêle ez werim berdan. Ez destnîşan dikim, heke tiştek were serê min yanî ez bimirim, îdareya girtîgehê û Desteya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) berpirsiyar e.”

Çalakî bi berzkirina dûrşma “Bila Kasim Karataş bê berdan” bi dawî bû.