2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Iraqê Reşîd û yê Sûriyeyê Esad li Riyadê civîyan

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd li paytexta Erebistana Siûdî di çarçoveya tevlêbûna Lûtkeya Awarte ya ji bo Xezayê bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esar re hevdîtin kir

Li gorî agahiyên Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya İraqê Letîf Reşîd ku ji bo beşdarbûna Lûtkeya Erebî û Îslamî ya Hevbeş çûbû paytexta Erebistana Siûdî bi Beşar Esed re hevdîtin kiriye.

Wezareta Karên Derve ya Siûdiye di daxuyaniyeke xwe de bi bîr xist ku “ji bo bersivandina şert û mercên îstîsna yên li Xezayê”, lûtkeya Erebî û Îslamî ya hevbeş û ne asayî tê lidarxistin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku piştî şêwiriya Siûdî bi Komkara Erebî û Rêxistina Hevkariyê ya Îslamî re, ev biryar girtiye.

Her wiha hate ragihandin ku şandeyek ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn jî di nav de ji bo beşdarbûna Lutkeyê çûye Riyadê.