3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Maşîneyên zirxî derxin dervê qadên jiyanê

Xizên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiya xwe di hefteya 677’an de li pêş Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu berdewam kirin. Malbatan di çalakiyê de pankarta  “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan rakirin.

Di çalakiyê de xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê yên Amedê amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn ewilî axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya heqîqet û aştiyê di hefteya 677’an de didome. Ji bo kesên di salên 1990’î de bi zorê hatin windakirin aqûbeta wan ronî bibe û hesap ji wan bê pirsîn bi salan e em tê dikoşin. Di pêşengiya dayikan de em di hefteya 677’an de carek din hewl didin vê êşê û vê heqîqetê bînin ziman. Li Tirkiyeyê ji ber ku li gorî pîvanên hiqûqa navdewletî gav nayên avêtin û li daraz li gorî pîvanê hiqûqê gavan navêje, heta niha faîl nehatin ronîkirin û nehatin darizandin. Dijberî vê yekê faîl hatine parastin. Li Tirkiyeyê bi taybetî di salên 1990’î de gelek mirov hatin revandin. Daraza di bin kontrola  dewletê de ye, mixabin sûcê li dijî mirovahiyê tespît nekiriye û heqîqet ronî nekiriye. Bi rêbaza revandinê xwestin bi taybetî kurdan bêdeng bikin û bitepisînin. Mixabin heta niha bi rastiyê re rû bi rû nebûye. Em carek din darazê vedihewînin ku bi heqîqet û rastiyê re bê hemberî hev û rastiyê ronî bike. Hewldana me ya ji bo vê yekê dê bidome.

Li Tirkiyeyê mixabin ji ber polîtika ligorî ewlehiyê pêş dikeve, mirov nikare qala edaletê bike. Mirov nikare qala demokrasiyê bike. Minaka vê yekê ya herî nêzîk rojên borî li Cizîrê polîsan bi maşîneya zirxî ciwanê 23 salî Abdulgaffar Dayan kuştin. Me Şaxa ÎHD’ê di rapora 14 salên dawî de jî aşkere kir ku her roj mirov bi panzêran û maşîneyên ewlehiyê tên kuştin. Em dixwazin ku êdî dawî li van polîtîkayên ewlehiyê bînin û carek din ev bûyerên bi êş pêş nekevin. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbazên çareseriya gerdûnî bên çareserkirin. Em diyar dikin ku pêwist e ev maşîneyên zirxî yên jiyana mirovan îhlal dikin derxînin dervê qada jiyanê.”

Aqûbeta Serdar Daniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

Piştî Zeytûn, Endamê Komîsyona Windayan Firat Akdenîz jî çîroka Sekreter û Serokê HADEP’ê yên Navçeya Sîlopiyayê Ebûbekîr Denîz û Serdar Taniş xwend. Akdenîz, anî ziman ku çalakiya xwe di hefteya 677’an de berdewam dikin û vê hefteyê cih didin windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz. Akdenîz anî ziman ku di 25’ê çileya 2001’an de Fermandarê Cendirmeyan a Sîlopiya bi telefonê li Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz digerin û dixwazin biçin Fermandariya Cendirmeyan û wiha got: “Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz, li ser banga fermandarê qereqolê diçin Fermandariya Cendirmeyan a Sîlopî û carek din agahî ji wan nehat girtin.”