5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xeyal Mûsil encam Kobanê

Di 20’ê çileyê de li taxa Xiwêran a Hesekê bi 2 maşîneyên bombebarkirî zêdeyî 200 endamên DAIŞ’ê êrîşî Girtîgeha Sînaayê kir.

DAIŞ’iyên bi hevkariya Tirkiyeyê, hikûmeta Şamê û hêzên navdewletî derbasî Hesekê bûn, xwestin nêzî 5 hezar girtiyên DAIŞ’î yên li vir girtî birevînin û dîsa dest bi komkujiyan bikin. Xwestin vê komkujiyê jî di roja salvegera rizgarkirina Kobanê de pêk bînin.

DAIŞ’iyan bi şev xwestin girtiyên DAIŞ’î birevînin û ji nû ve xwe li herêmê zindî bikin. Lê şervanên HSD û Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi lez ketin nava tevgerê û êrîş şikandin. Di demeke kin de girtîgeh xistin bin kontrolê. Di operasyona 6 rojan de hemû êrîşkarên DAIŞ’ê bêtesir kirin û girtî tev xistin bin kontrolê.

Êrîşên hemwext 

Dema DAIŞ’ê êrîşî Girtîgeha Sînaa kir, di heman demê de komên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî Şengal, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê kir. Ev nîşan dide ku êrîşa li dijî Hesekê û êrîşên li ser Til Temîr, Serêkaniyê û kobanê girêdayî hev in. Dîsa nîşan dide ku ev êrîş bi plana hêzên navdewletî hatine kirin.

Di adara 2019’an de li Baxoza Dêrazorê hêzên leşkerî yên DAIŞ’ê hatibû qedandin. Nêzî 11 hezar DAIŞ’î ji aliyê HSD’ê ve hatibûn girtin. Di heman demê de bi giştî 60-70 hezar malbat û zarokên çeteyên DAIŞ’ê di serî de li Kampa Holê û li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne.

Nêzî 5 hezar endamên DAIŞ’ê yên ku hêza çekdarî bûn di Girtîgeha Sînaayê de girtî bûn. 700 zarokên ku temenê wan kêmî 18 salî û DAIŞ ji wan re dibêje Eşbal-î Xîlafe (Çêlikên şêran ên ê Xîlafetê) û ew li ser mantiqa leşkerî perwerde kirine jî li blokeke cihê ya Girtîgeha Xawêranê di navenda rehabîlîtasyonê de bûn.

HSD’ê ji bo darizandinê bang kiribû

Di salên dawî de HSD û Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo endamên DAIŞ’ê yên endamên 54 welatan bên darizandin, bang li wan kir. Lê heta niha tu welatan ji bo darizandina DAIŞ’ê bersîv neda.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSD’ê ji bo DAIŞ’î bên darizandin, xwestin bi hevkariya hêzên navdewletî DAIŞ’î yan li Kobanê yan jî li Şengalê bên darizandin. HSD û Rêveberiya xweser pêşniyara duyemin jî kir û xwest her kes endamên DAIŞ’î yên welatiyê wan e bibin welatê xwe darizînin.

Forûma navneteweyî

Tekildari mijarê di tîrmeha 2019’an de li navçeya Amûdê ya Qamişloyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) forûmeke navneteweyî li dar xistibû. Ji xeynî çend welatan (Wan welatan jî bi tenê zarok teslîm girtin) tu welatan bersiveke fermî nedan bangan.

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin komkirina agahiyên îstîxbarata li herêmê, analîzkirin û ragihandina van agahiyan a ji bo saziyên eleqedar, di nav Koalîsyona Navneteweyî ya Fransayê de di bin berpirsyariya Fransayê de ye. Hemû parvekirina îstîxbaratan bi HSD’ê re bi awayekî koordîneyî dihat kirin. Lê tê diyarkirin di demên dawîn de di warê parvekirina agahiyan de qelsî hebû.

Berpirsiyariya Ingilistanê

Ingilistanê ya ku hevkarê esasî yê koalîsyonê ye tevî HSD’ê ji ewlekariya nava girtîgehê berpirsyar in. Heke di ewlekariya nav girtîgehê de firar yan jî êrîşek çêbibe, ji bo pêşîlêgirtina van tiştan Îngîltere berpirsyar e.

Berê jî ji bo ku çeteyên di girtîgehê de birevînin hin hewldanên cihê çêbûne, lê HSD’ê pêşiya van hewldanan girtibû. Ev êrîş ji bo ku çeteyan rizgar bikin û van çeteyan li herêmê û dinyayê belav bikin, hat kirin. Heke êrîş bi ser biketa wê li gelek cihên cîhanê dîsa hovîtiya DAÎŞ’ê çêbibûya.

Li gorî agahiyên ku ji rayedarên HSD’ê hatine stendin, armanca DAIŞ’ê ‘Ne rizgarkirina çeteyên girtî bû’ Armanca sereke ew bû ku piştî çete ‘rizgar kirin’tevî çeteyên ji Serêkaniyê, Girê Spî û Iraqê hatibûn, ji Hesekê heta Reqa û Dêrazorê qadê têxin destê xwe. Girtîgeha Sînaa ya ku li herêmê wekî ‘bombeyeke li ber teqandinê’ tê ravekirin, ji bo dewleta tirk û çeteyên SMO jî wekî ‘Depoya şervanên amade’ tê dîtin.