18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD û Xizmên windayan li aqûbeta Oner û Dayan pirsîn

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” a vê hefteyê de li aqûbeta Omer Oner û Dayanên ku dibinçavan de hatin windakirin pirsîn.

Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 780’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Çalakvanan wêneyên windaya hildan. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Oner û Dayan ên ku di 14’ê Çileya 1994’an de li navçeya Çinarê ya Amedê di binçavan de hatibûn windakirin, pirsîn. Di daxûyaniyê de endam û rêvebirên ÎHD, xizmên windayan, sazî û dezgehên sîvil amade bûn. Çîroka serpêkatiya windayan Endama rêveberiya şaxê ÎHD’ê Berfîn Elçî  xwand.

Beriya daxuyaniyê Serokê ÎHD’ê ya Şaxê Amedê Ercan Yilmaz axivî. Yilmaz axaftina Seroka Iyî Partiyê  bi bîrxis û ev tişt got: “Çend roj berê hinek kesên ku me di wê demê de berpirsiyarê siyasî dihesiband, behsa hin cînayetên siyasî kir. Got ku hin kuştin bi lehengî hatine kirin. Em vê pênaseyê wekî îtîrafekê dibînin. Ew gotina serokê partiyeke siyasî ku wê demê Wezîrê Karên Hundir bû, di cewherê xwe de îtîrafek e. Bi vê îtîrafê me careke din dît ku ev cînayetên li dijî kurdan, mûxalîf û sosyalîstên çep weke cihê serbilindiyê tên dîtin. Divê dev ji van têgihiştinan berdin. Heta ku Tirkiye bi paşeroja xwe re rû bi rû nemîne, ne pêkan e ku siberojeke bi nirxên demokratîk bê avakirin.”

Neviyê me dê doza wan bişopînin

Piştre hevjîna winda Oner Nezîre Baran axivî û wiha got: “Ez hemû dayikan ku ji bo windayên xwe her hefte li qada ne slav dikim. Ez hemû windayan bi bîrtînim. Hevjînê min di sala 94’an li gundekî Çinarê rojekî bi motorê ji malê derket û êdî hew hat. 30 sal di ser de derbas bûn. Ew êş ji dilê me dernakeve. Em dev ji rê û doza wan bernadin. Em ê heq û huquqa wan bixwazin. Em dibêjin bila gora wan hebe ku em herin ser gora wan. Kê kiribe em heqê xwe li wan helal nakin. 3 salê zewaca me qediya bû sê zarokên me hebûn. Ji ber ku dewletê her roj bi ser mala me de digirt ez neçar bûm hatim Amedê. Dewletê hem hevjînê min winda kir hem jî hem jî me re digot li ku ye. Digot tevlî PKK’ ê bûye. Em dev ji vê dozê bermadin. Wê neviyê me jî vê dozê bişopînin.”

Li gorî daxuyaniya hevjîna Omer Oner Nezîre Baran;

“Omer Oner li gundê Aktepe yê navçeya Çinar a Amedê dijî. Onerê ku zewicî ye û bavê sê zarokan e, bi cotkarî û sewalkariyê re mijûl dibe. Di roja bûyerê de ew û hevalê xwe yê ji gund Nûrî Dayan bi traktorê derketin derve û li sewalên xwe yên windabûyî geriyan. Şahidên bûyerê herî dawî her du heval hev di navbera gundên Kugî û Pîreusê de dîtin.

Li gund tiyê min Muharrem şofêrê traktorê yê gundiyek dikir. Dem bi dem hevjîna min Omer jî traktor diajot. Roja bûyerê sewalên me winda bûn. Hevjînê min bi traktorê derket li sewalên  me bigere. Xizmê me yê dûr û gundiyê me Nûrî Dayan bi hevjînê min Omer re li traktorê siwar bûn û çûn. Herî dawî gundiyên derdorê gotin ku hevjînê min  Omer û hevalê wî Nûrî di navbera gundên Kugî û Pîre yên di navbera Mêrdîn-Stewr û Bismilê dîtine. Xelkê her du gundan cerdevaniyê dikirin. Di derdorê de dihat zanîn ku her du gund alîgirên Hizbullahê ne. Hevjînê min û hevalê wê Nûrî Dayan di navbera van her du gundan de winda bûne. Beriya vê bûyerê leşkerên Qereqola Çinarê bênavber avêtin ser mala me. Hevjînê min bi awayekî vekirî ji aliyê fermandarê Qereqola Çinarê ve hat tehdîtkirin û piştî vê bûyerê zext zêde bûn.

Wê demê keça min a mezin 2,5 salî, kurê min 1,5 salî û keça min a biçûk jî 4 mehî bû. Piştî hevjîna min winda bû kurê min mir. Nexweş bû, min nikarîbû wî bibim nexweşxanê. Leşkeran ne tenê hevjînê min winda kirin, her şev avêtin ser mala min. Dema serdegirtinê de bi zorê ez xistim wesayîta leşkerî, zarokên min nedihiştin ez herim. Li min xistin û li erebeyê siwar kir. Tiyê  min Fevzî Oner xistin wesayiteke din. Em birin Qereqola Çinarê û zext li me kirin. Dema got: “Hevjînê te çûye çiyê û gelek caran tê malê” min got: “Te hevjînê min  winda kir, her kes vê yekê dizane”. Min îtîraz kir û got ‘hûn hevjînê  min winda dikin û hûn dibêjin çûye çiyê.’ Fermandarê Qereqola Aşagikonakê jî wê demê li wir bû, dema serdegirtina mala me dem bi dem me dît, min ew nas kir. Nêzî 6-7 meh piştî bûyerê gundiyan li gundê Tavuklu yê navenda Amedê traktoreke terkîkirî dîtin. Traktor hatibû gulebarankirin û motora wê hatibû derxistin. Ev bûyer fikra kuştina Omer Oner ê ku beriya niha di bin zextên dewletê de bû û gelek caran hatibû binçavkirin xurtir dike. Malbatên Oner û Dayan ji ber zextên giran ên leşkeran serlêdana fermî nekirin. Malbatên ku bi hewldanên xwe hewl dan bi agahdarkirina gundên derdorê agahî ji Omer Oner û Nûrî Dayan bigirin. Lê tu agahî ji wan nagirin.”