4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê ya piştî êrîşan

Saziya Mafê Mirovan a Sûriyeyê raporek derbarê encamên êrîşên dewleta tirk û bandora wan a li ser herêmê amade kiriye û tê de dibêje: “ Nêzîkî 2 hezar û 232 gundên Rojava bê ceyran mane”

Di van rojên dawî de dîsa balafirên artêşa tirk bi dehan êrîşên esmanî li dijî binesaziya herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk anî.  Di encama van êrîşan de bi dehan stasyonên elektrîk û avê ji kar derketin, di heman demê de stasyonên gaz û neftê jî.

Di nav deverên ku bûn armanca êrîşên dewleta tirk tesîsa elektrîkê ya Swêdiyê û stasyona petrolê ya Awda jî hebûn û vê yekê rê li ber felckirina jiyana herêmê vekir.

Bi ser şert û mercên giran ên jiyana li herêmê piştî wan êrîşan şertên jiyanê dijwartir bûn û nirxê dolar jî derket 15 hezar û 500 lîreyê sûrî.

Li herêmên Dêrik, Qamişlo, Dirbêsiyê, Amûdê, Qehtaniye û bajarokên din û bi sedan gundên girêdayî bajarê Hesekê ji ber qutbûna elektrîkê ku bûye sedema qutbûna avê, di rewşeke karesatbar de dijîn.

Xelkên gund û bajaran ji bo germkirina avê di zivistanê de serî li limbeyên gazê û sobeyên gazê didin, ji bo peydakirina avê jî li bîrên berê vegeriyane. Li bajaran Rêveberiya Xweser bi riya jenetoran avê vedughêzin ji gel re lê li gundan xelk neçarî peydakirina ava bîran maye.

Nêzîkî 2 hezar û 232 gundên bajarê Hesekê û 9 bajarok bê ceyran in.

Welatiyekî bajarê Dirbêsiyê bi navê S.M. nêrînên xwe bi saziya çavdêriya mafên mirovan SOHR re belav kiriye û wiha dibêje: “Xelk vegeriyan rewşa berî sala 2000’an û xelk bi rê û rêbazên kevnare xwe germ dikin û xwarina xwe li ser sobe û paporên gazê çêdikin. Êrîşên dewleta tirk guh nadin tiştekî bêser û ber her kesî û her tiştî bomebaran dikin.”

Xanim N.K ku ji bajarê Dêrikê ye, jî nêrîşên xwe bi Rewangeha Sûriyê re wiha anî ziman û got: “Em li vir bi êrîşên dagirkeriyê re rû bi rû dimînin. Weke dema êrîşên Tirkiyê li ser bajar û bajarokan. wêrankirina stasyona El-Siweydiyê, bû sedema qutbûna elektirîk û avê, jenerator jî di wê demê de kar nedikirn û me şevek bi tirs û bê elektrîk û di bin dengên bombebarana dewleta tirk de derbas kir.

Ji aliyê xwe ve welatiyekî bajarê Qamişlo M.Kh, di şahidiya xwe ya ji bo Rewangeha Sûriyê de got: “Ti peyv nînin ku asta hovîtiya van tawanên hovane yên li dijî herêmên me diyar bikin, ji ber ku mezintirîn sûcên şer tên dîtin. sûcên şer ên li dijî gelên ku ji bo bidawîkirina terorê têkoşiyan û bedelên giran dan. Ne tenêç ji bo xwe lê gelê herêma li şûna hemû cîhanê şerê terorê kir. Lê mixabin xelata cîhanê jî ji bo vî gelî bû bêdengiya wan, li hemberî êrîşên hovane hemû cîhan bêdeng dimîne.”

Di dawiya vê rapora Rewangeha Mavê Mirovan a Sûriyeyê de wiha hatiye gotin: “Her carê balafirên Tirkiyê bi behaneya parastina ewlekariya xwe ya niştimanî êrîşên esmanî yên nû li ser herêmê pêk tînin, lê bi sedan sûcên li dijî sivîlan û xelkê pêk tînin, bêyî ku ti astengî û cezayên civaka navdewletî hebe.”