6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Urdunê bi balafiran êrîşî Sûriyeyê kir

Saziya Mavên Mirovan a Sûriyeyê nerazîbûna xwe ji êrîşên balafirên Urdunê yên li dijî qaçaxçiyên madeyên hişbir anî ziman û wiha got: “Operasyonên li dijî qaçaxçiyên madeyên hişbir kuştina sivîlan rewa nake”

Di van çend salên dawî de serê welatê cîranên Sûriyeyê bi bazirganên madeyên hişbir re ketiye belayê. Gelek caran hikûmeta Urdunê bi wan bazirganan re dikeve nava şer de lê di van rojên dawî de êdî Urdunê bi balafirên şer destwerdana wan bazirganan di nava axa Sûriyeyê de dike.

ji bo pêşîgirtina li qaçaxçîtiya madeyên hişber yên ku ji xaka Sûriyeyê derbasî Urdunê dibin, Urdunê “operasyonên xwe yên ewlekarî” didomîne.

Lê di demên dawî de pêşketineke din li wan operasyonên Urdunê zêde bû û bi balşafiran êrîşî gundewarê parêzgeha Siwêdayê kir.

Urdunê çend deverên sînorî û yên din di kûrahiya Sûriyê de bombebaran kirin, nemaze li gundewarê Siwêdayê li nêzîkî sînorê bi Urdunê re û ragihand ku ev operasyon wekî ya giringe li dijî qaçaxçiyên madeyên hişbir.

Li gorî saziya Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyeyê (SOHR) di van operasyonan de 14 kes hatine kuştin di nav wan de sivîl jî hene û hin bazirganên madeyên hişbir jî hene. Di nava kesên hatine kuştin de 2 zarokên keç û 6 jin jî hene.

SOHR’ê da xuyakirin ku ew li dijî kuştina sivîlane ku di nava wan de jin û bi daxuyaniyekê kuştina sivîlan şermezar kir û wiha hate gotin: “Em wekî saziya Mafê Mirovan a Sûriyeyê kuştina sivîlan şermezar dikin û em dibêjin ku operasyonên li dijî qaçaxçiyên madeyên hişbir bi tu awayî kuştina gelê Sûriyeyê rewa nake. Em bang li dezgehên navdewletî yên pêwendîdar dikin ku destwerdanê bikin û bi awayên curbicur gelê Sûriyê ji berdewamiya êrîşên li ser xaka Sûriyeyê biparêzin. Her wiha dawî li Hêzên leşkerî yên biyanî li ser xaka Sûriyê were anîn.”

Hêjayî gotinê ye ku di van çend salên dawî de binpêkirina ax û serweriya Sûriyeyê ji aliyê gelek hêzan ve pêk tê kirin. Axa Sûriyeyê bûye cihê cirîda balafirên hemû hêzên navnetewî. Di serî de Tirkiyeyê, hema bêje rojane balafirên wê li ser ezmanê Sûriyeyê ne û êrîşan pêk tînin. Israîlê jî bê navber axa Sûriyeyê binpê dike û Hêzên Koalisyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê û hêzên Rûsya û Îranê jî ji xwe di nava axa Sûriyeyê de ne. Wekî dibêjin Urdun mabû wê jî bi balafiran axa vî welatî binpê kir.