7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Seferberiya kampanya 100 hezar qert li Marsîlyayê dest pê kir

Seferberiya kampanyaya 100 hezar qert li Marsîlyayê dest pê kir. Di çarçoveya pêngava “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî” hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re qert şandin.

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re qert şandin. Kampanyaya li bajêr ku bi pêşengiya Meclîsa Demokratîk a Kurd ve tê birêvebirin gelek Kurdistanî tevlîbûn.

Enes Kanîreş li ser navê Meclîsa Gel a Marsîlyayê axivî û wiha got: “Ev sê sal in tu agahiya me ji Rêberê me yê ku 25 sal in di bin tecrîda giran de ye nîne. Em jî weke gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe li hemû cîhanê pêngav da destpêkirin. Îro em ê ji vir hezar qertpostalan ji Rêberê xwe re bişînin. Gelê Kurdistanê li ser van qertan hestên xwe tînin ziman. Em ê ji bo azadiya Rêbertiyê bi şev û roj têkoşîna xwe bidomînin. Rêbertiya me ji bo naskirina Kurdan têkoşîneke mezin meşand; Erka me ew e ku em Rêberê xwe hembêz bikin. Ji bo serkeftina pêngavê em hemû gelê xwe vedixwînin seferberiyê.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.