21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD’a Amedê: Lijneya çavdêriyê îşkenceyê li girtiyan dike  

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî helwesta Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehan daxuyanî da û bernedayina girtiyan rexne kir. ÎHD’ê destnîşan kir ku lijne îşkenceye dike

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî helwest û biryarên Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê ku serbestberdana girtiyan asteng dikin, daxuyaniyek dan. Ji sala 2021’ê û vir ve her ku diçe zext û zor li ser girtiyan zêdetir dibin û girtî ji gelek mafên xwe yên jiyanê bêpar dimînin. Di demên dawî de li girtîgehan girtî rastî êrîş û tundiyê tên. Endamên Lijneya Rêveberiyê ya ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberên komeleyê pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov in” û “Ez mirov im mafên min hene” daliqandin. Endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Yusuf Erdogan daxuyanî da.

Yusuf Erdogan, diyar kir ku Lijneyên bi rêziknameya di destpêka sala 2021’an de dest bi tetbîqatê kiribûn, niha  ketine pratîkê û wiha got: “Ev pêkanîn li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Wek Navenda Giştî ya ÎHD’ê, 12’ê kanûna 2020 li Konseya Dewletê ya “Navenda Çavdêrî û Tesnîfkirin û Nirxandina Mehkûman” di çalakiya betalkirinê de daxwaza rawestandina infaza girtiyan kirin.  Li vir tişta balkêş, biryarên lijneyê, serbixwe ne û dûrî biryarên dadgehê ne. Gelek girtî ji ber biryarên Lijneyê nayên berdan. Ji ber vê yekê parêzerên û malbatên wan serlêdanên sûc dikin. Lê bêbersîv dimînin. Her carê 3 meh û 6 mehan taloq dikin. Ev yek didome. Heta niha berdana 48 girtiyan taloq kirine. 88 girtiyên ku di  nava wan de nexweş jî hene nayên berdan.”

 Dewlet zagonê xwe binpê dike

 Erdogan destnîşan kir ku girtiyên nayên berdan 42 kes ji wan girtiyên nexweş ên giran in û wiha lê zêde kir: “Hayrettîn Yilmazê yek ji girtiyên nexweşê giran e. Mixabin wî bernadin. Ji ber nexweşiyên xwe jiyana xwe ji dest da. Li vir dewlet zagonên xwe binpê dike û keyfî tev digere.”

Qanûna cezayan

Erdogan, bal kişand ser guhertina zagonan û wiha berdewam kir: “Qanûna li gorî keyfa xwe dixin meriyetê. Li gorî qanûnan divê dewlet mafê girtiyan biparêze.  Lê em dibînin ku zagonên xwe nas nake. Lijne li gora serê xwe nêzîk dibe. Bi her awayî mafan binpê dikin. Astengkirina serbestberdana girtiyan li dijî mafê hêviyê ye. Vê yekê binpê dikin. Ev hem ji bo girtiyan û hem jî ji bo malbatan îşkence ye. Em wekî ÎHD’ê dê her dem li dijî vê yekê têbikoşin û bişopînin.”