30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Barzanî ji xizmeta Tirkiyeyê re amade ye

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi rayedarên hikûmeta Iraqê û yên hikûmeta Başûr re hevdîtin kir. Malbata Barzanî daxuyand ku ji bo hevkariya bi Tirkiyeyê re amade ne

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di 23’yê tebaxê de ewil bi rayedarên hikûmeta Iraqê re, piştre bi rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê re hevdîtin kir. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Iraqê hevdîtina Hakan Fîdan a bi Iraqê re neyînî derbas bû û Fidan encamek erênî ji hevdîtinê negirt. Fîdan piştî hevdîtina Iraqê bi malbata Barzanî re jî hevdîtin kir. Li gorî nûçeyên ketin ser malperan, Fîdan bi Neçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin kir. Neçîrvan û Mesrûr Barzanî bi serdana Fîdan kêfxweşiya xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku ew ji hevkariya bi Tirkiyeyê re amade ne.

Iraqê xwest Tirkiye vekişe

Ofîsa Sekreterê Giştî yê Rêkxistina Bedir têkildarî hevdîtina Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Sekreterê Giştî yê Rêkxistina Bedir Hadî Amirî daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku yek ji mijarên sereke yên hevdîtina Fîdan û Amirî dosyaya para avê bû ku Tirkiye bi rêjeya %70 pişka ava Iraqê bi rêya girtina Çemê Firat û Dîcleyê li ser Iraqê girtiye û bûye sedem ku Iraq bi qeyrana avê re rûbirû bimîne.  Hate gotin ku di hevdîtina herdu aliyan de teqezî li ser pêwîstiya çareserkirina qeyranê û pêşxistina çareseriyan ji bo vegerandina pişka avê û bidawîkirina qeyrana hişkesaliyê li Iraqê kirin. Di daxuyaniya ofîsê de têkildarî helwesta tund ya Hadî Amirî li dijî hêzên Tirkiyeyê yên xaka Iraqê û başûrê Kurdistanê dagir kirine wiha hat gotin; “Hadî Amirî teqezî li ser pêwîstiya vekişandina hêzen Tirkiyeyê ji xaka Iraqê kiriye û ji Fîdan re gotiye ku divê hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê derkevin.” Fîdan piştre bi Barzanî re hevdîtin kir.

Barzanî bi dîtina Fidan kêfxweş bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî di civîna li gel Wezîrê Karên Derve yê TirkiyeYê Hakan Fîdan de, berovajiyê rayedarên hikûmeta Iraqê soza piştgirî û hevkariya bi dewleta tirk re dan. Nêçîrvan Barzanî got ku ew amade ne di hemû aliyan de hevkariya Tirkiyeyê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan destpêkê li gel Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî civiya. Li gor zanyariyan di civînê de mijara hinardekirina nefta herêmê û hin mijarên din hatin axaftin. Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî, di civînê de ragihand ew di hemû aliyan de ji bo pêşxistina têkiliyên Hewlêr û Enqereyê amade ne. Barzanî  spasiya dewleta Tirkiyeyê kir û got: “Di hemû aliyan de bi taybetî di demên zehmet de Tirkiye piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye. Wê Herêma Kurdistan tu demê piştgirî û hevkariya Tirkiyeyê ji bîr neke.”

Fîdan piştî civîna li gel Nêçîrvan Barzanî, li gel Cîgirê Duyem ê Serokê PDK’ê Mesrur Barzanî civiya. Piştî civînê, Fîdan di civînek çapemeniyê de got: “Em spasiya Herêma Kurdistanê dikın ku di rûbirûbûna terorê de hevkariya me kiriye. Ji bona wê em ê hemû hevkarî û piştgiriyê bikin.”

Mesrûr Barzanî jî di civîna çapemeniyê de got: “Me der barê peywendiyên navbera Iraq û Tirkiyeyê bi taybetî jî navbera Herêmê û Enqereyê giftûgo kir. Me di civînê de behsa hinardekirina nefta Herêmê û dosya ewlehiyê kir.”

Barzanî hatibû Enqereyê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 2 meh berê di 20’ê hezîrana 2023’yan de Mesrûr Barzanî jî hatibû Enqereyê û bi Serokê AKP’ê û Serokomar Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Fîdan re hevdîtin kiribû.

Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Lê di wêneyan de hat dîtin ku di hevdîtinê de tenê ala tirk heye, lê ala Herêma Federe ya Kurdistanê tune ye. Lewre ev yek wekî ku Erdogan bi waliyekî xwe re hevdîtin bike hat nirxandin. Ligel ku gelê kurd li bakur û başur bertek şîşan dan jî Barzanî guh nade rexneyên gel.

SÎHA Silêmanî û Hewlêrê bombe kir

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di 23’yê tebaxê de çû Hewlerê û bi Neçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re 2 hevdîtinên cuda kirin. Piştî hevdîtinan di 23’yê tebaxê de SÎHA li Qamîşlo maşîneya JIN TV bombe kir, di 24’ê tebaxê de balafira bêmirov û biçek a Tirkiyeyê (SÎHA) li Hewlêr û Silêmaniyê maşîneyên sivîlan bombe kirin.

SÎHA, sê caran di demên cuda de devera Sîdekan a ser bi herêma Biradost ya parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Destpêkê du caran devera Rêya Sinînê hate bombebaran kirin. Di saetên êvarê jî li zozanên Mêrgemîr konên koçerên Biradost a Slêmaniyê bombe kir. Li gorî agahiyên gihiştin ber destên ROJNEWS’ê, Zêrîn Hesen ku nîşteciha gundê Lêtanî ya devera Biradostê ye, ji bo çandinî û lawirvaniyê çûye Zozanên Mêrgemîr di saet 16:30’an de konê wê du caran bi dijwarî hatiye bombebarankirin û di encamê de konê wê û tiştên têde hemû şewitîn. Di heman demê de li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, di encama van bombebaranên SÎHA de mirî û birîndar hene.