3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ocalan hêza têkoşînê ye

Nûnerên rêxistinên jinan, Konferansa Tecrûbeyên Tevgerên Jin ên Navneteweyî bi dirûşma “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî” bi navê “Ezmûnen jinên kurd ji bo rizgarbûna ji qeyrana herêmê” li peytexta Lubnan Beyrûdê pêk anîn

Nûnerên rêxistinên jinan, Konferansa Tecrûbeyên Tevgerên Jin ên Navneteweyî bi dirûşma “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî” bi navê “Ezmûnen jinên kurd ji bo rizgarbûna ji qeyrana herêmê” li peytexta Lubnan Beyrûdê pêk anîn. Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan kongre organîze kirin. Ji Tûnis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê her wiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûn. Jinan bi taybetî bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.

Jinan di encamnameyê de banga avakirina komîteyên hiqûqî, lidarxistina pêngavên herêmî yên stratejîk ên ji bi banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. Ji bo parastina tevahî girtiyên siyasî, di serî de Abdullah Ocalan banga avakirina saziyeke herêmî hat kirin. Jinan destnîşan kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nêzî 25 salan di yekhucreyî de ye. Jinan anîn ziman ku Ocalan li dijî siyaseta îşkenceya derûnî û tecrîdeke mutleq a li dijî tevahî pîvan û zagonên mafên mirovan ên navneteweyî li ber xwe dide. Çalakvana siyasî û Berdevka Nûnê Sewsen Şoman têkildarî konferansê ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

Ocalan bi taybetî tê darizandin

Sewsen Şoman ewil diyar kir ku yek ji endamên lijneya amadekar a konferansê bû û wiha got: “Ez di rûniştina 3’yemîn de bi mijara tecrîd û binpêkirinên li Îmraliyê tev li vê konferansê bûm. Mijara min Binpêkirinên li Îmraliyê tên kirin û divê li hemberî wê tecrîdê çi were kirin bû. Di gotara xwe de min behsa girtîgeha Îmraliyê kir ku çawa di dîrokê de bûbû cihê girtina siyasetmedarên Tirkiyeyê yên muxalif. Û çawa di sala 1999’an de ev girtîgeh bi girtina Rêber Abdullah Ocalan re veguherî girtîgeheke taybet. Di gotara xwe de min behsa binpêkirinên ku li dijî rêzdar Ocalan tên kirin kir. Rêzdar Ocalan bi qanûnên taybet ên li derveyî qanûnên dewleta tirk jî tê darizandin.”

Biryara piştgiriya jinan

Sewsen Şoman da zanîn ku di konferansê de gelek biryar û pêşinyarên girîng hatin kirin û wiha axivî: “Hin biryarê derketin pêş wiha ne; mîsaqeke jinên herêmî ya hevbeş were damezrandin û ji nû ve li têgehên sereke were nêrîn da ku ji nû ve bi nêrîna jinên hevbeş were pênasekirin. Toreke herêmî ya parastina tevahî girtiyan, siyasetmedaran bê avakirin. Di serî de birêz Abdullah Ocalan, ji ber ku ew nûnertiya deng, vîn û nasnameya gelê xwe dikin. Kongreyeke jinan a navneteweyî were lidarxistin da ku têkoşîna jinan a hevbeş bê xurtkirin. Tecrubeyên jinan bibin yek. Bibe wesîleyeke xweparastinê li dijî zihniyeta baviksalar. Desteka berxwedana jinên êzidî, efgan, îran, kurd û filistîn û her jinên têkoşer û berxwedêr ên li tevahî herêmê li dijî hêzên tarî ku jinan dikin hedef, were kirin. Sûd ji tecrubeyên cihêren ên jinên kurd were girtin ku bibe modelek ji tevahî jin û gelên herêmê re. Komîteyên hiqûqî werin avakirin, hemleyên herêmî yên stratejîk werin destpêkirin da ku banga serbestberdana ramyarê kurd ê navnetweyî dîlgirtiyê fikrê azad û dostê azadiya jinê birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan.”

Armanc belavkirina fikrên Ocalan e

Şoman destnîşan kir ku wan qala xebatên xwe yên însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Ocalan kir û wiha lê zêde kir: “Me der barê kar û xebatên vê saziyê de agahî bi beşdaran re parve kir. Me xwest bi wê yekê em jinên beşdar der barê vê însiyatîfê de agahdar bikin da ku li welatên xwe bidin nasîn û piştgiriya me bikin. Armanca me ya sereke ji wê insiyatîfê ew e ku em raya giştî ya navnetewî agahdar bikin û fikir û felsefeya rêber Ocalan û têkoşîna û piştgiriya wî ya ji mafên jinan re belav bikin. Jinan beşdar jî bi kelecaneke mezin anîn ziman ku ew ê fikir û felsefeya Rêber Ocalan li welatên ku lê dijîn belav bikin. Bi belavbûna vê fikir û felsefeya vî feylezofê navneteweyî di nava raya giştî ya navneteweyî de dibe ku bibe wekî zextekê li dijî binpêkirinên ku li Îmraliyê tên kirin û tarîtî û bêdengiya medyayê ya di vî warî de bişkîne.”

Ocalan çavkaniya hêza jinan e

Şewsen Şoman bibîr xist ku di konferansê de li ser tecrûbeya jina êzdî û têkoşîna jinên kurd a li dijî rêxistina DAIŞ’ê jî rawestiyan û wiha pêde çû: “Bi hûrgilî em li ser vê mijarê rawestiyan û me behsa têkoşîna jinên kurd kir. Me behsa çavkaniya îlhama vê têkoşînê û felsefeya Ocalan kir. Em li ser kêrhatina felsefeya Ocalan rawestiyan û çawa ku jinên kurd bi vê fikirê dikaribûn li dijî artêşeke hovane DAIŞ’ê raweste. Artêşên dewletan jî xwe li ber wan negirtibûn.  Ev hêza jinan bingeha xwe ji fikir û felsefeyekê girtiye û bi salan ji wê kaniyê vexwariyê. Bêguman vê têkoşînê hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan girtiye. Lewre jî ev yek bû mînak ji bo hemû jinên beşdarî vê konferansê bûn. Dê di têkoşîna xwe ya li welatên xwe de sûdê ji vê felsefeyê bigirin û têkoşîna xwe bi hêz bikin. Jinên beşdar dê têkoşîna jinên kurd û êzidî ji xwe re bikin mînak.”

Şoman da zanîn ku ew li ser tecrûbeyên xwe jî rawestiyan û wiha dirêj kir: “Me behsa tecrûbeya Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser jî kir. Me behsa rêjeya temsîlyeta jinan di nava Rêveberiya Xweser de kir.  Nûnertiya jinan ji sedî 40’e. Ev di ser nûnertiya jinan a Îngilîstanê re ye.”

Mafê hêviyê binpê kirine

Şoman bilêv kir ku mijara wê ya sereke ku demeke dirêj li ser mijûl dibe mijara tecrîdkirina Ocalan e û wiha axivî: “Ez tecrîd ne qanûnî ye. Ne însanî ye. Li dijî mafên mirovan e. Ne li gorî rêziknameya mafê mirovan a navneteweyî ye. Tecrîdkirina Ocalan hemû hiqûqên navneteweyî binpê dike. Zêdeyî 2 salan e têkliya Ocalan bi derve re qut kirine. Malbat û parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ev li gorî hemû qanûnên mafên mirovan binpêkirineke mezin e. Rêber Ocalan ji hemû mafên xwe hatiye bêparkirin. Heta ji mafê hêviyê jî hatiye bêparkirin ku ev maf ji alî dadgeha navneteweyî ji bo hemû girtiyên heta hetayê naskirin.  Dewleta tirk li dijî Rêber Ocalan qanûnên taybet dide meşandin. Qanûneke taybet ya ne li gorî hiqûqa neteweyî û ne jî li gorî hiqûqa navneteweyî ye. Ev binpêkirinên li dijî Rêber Ocalan ji roja dadgehkirina şekilî ya ku hate kirin dest pê kir û heta roja îro berdewam dike. Ev tecrîda li ser rêber Ocalan bi rengekî bêhiqûqî û bê bingeh her dem tê nûkirin û dubarekirin û hemû daxwazên parêzerên wî tên redkirin an jî bê bersiv dimînin.  Bêguman em wekî jinên ku îlhama xwe ji fikir û felsefeya birêz Ocalan girtine her û her daxwaza azadiya Ocalan dikin. Lê li ser pirsa te ya ku ev tecrîd bandoreke çawa li ser jinê dike ez dikarim wiha bêjim: Ev tecrîd me bêzar nake lê berevajî wê yekê hêrsa me mezintir dike û girêdana me ya bi vê fikir û ramanê ve zêdetir dike. Bê guman vê tecrîdê bi tu rengî qebûl nakin û heke ne ji vê tecrîdê bûya Rêber Ocalan dikare çareseriyê ji hemû pirsgirêkên herêmê û Rojhilata Navîn re bibîne. Dewleta tirk bi vê tecrîdê dixwest ku pêşiya belavbûna fikir û ramanê Ocalan bigire lê ew di vê yekê de bi ser neketiye û nikare pêşiya belavbûna fikir û felsefeya rêber Ocalan bigire.”