spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Sedema nerazîbûnan serhişkiya hikumeta Şamê ye’

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmd diyar kir ku sedema xwepêşandanên li herêmên hikumeta Şamê ne tenê rewşa aborî, lê belê redkirina diyalogê ji aliyê hikumeta Şamê ve jî sedemeke vê teqandinê ye û got: “Çareseriya yekane diyalog e.”

Protestoyên gel ên dijî siyasetên hikumeta Şamê li herêmên başûrê Sûriyeyê dewam dikin. Xwepêşandêr daxwaza çareserkirina aloziyê û başkirina rewşa aborî dikin.

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmed têkildarî mijarê ji ajansa ANHA’yê re axivî. El Ehmd got: “Serhişkiya hikumeta Sûriyeyê û redkirina diyalogê hişt li gelek bajarên Sûriyeyê teqandin çêbibe.”

El Ehmed anî ziman ku bûyerên dawîn ên li Siwêdayê û Tevgera 10`ê Tebaxê, berdewamiya “Şoreşa Rûmetê ya gelên Sûriyeyê” ye ku çirûska wê sala 2011`an li Derayê pê ket.

Miwefeq El Ehmed têkildarî daxwazên xwepêşandêran jî ev tişt gotin: “Ev daxwazên gelê di nava karesatê de dijî, îradeya sûriyeyiyan temsîl dikin. Dirûşmeyên ku banga nenavendîbûnê dikin hatin berzkirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka aloziya Sûriyeyê û tevgera gel a li Bakurê Sûriyeyê ya 19`ê Tîrmehê de, banga nenavendîbûnê dike.”

El Ehmed bi bîr xist ku rewşa aborî sedemeke van protestoyan e, lê belê serhişkiya hikumeta Şamê, redkirina diyalogê û neqebûlkirina aliyê din jî sedemên vê teqandinê ne.

El Ehmed bal kişand ser rola Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî tecrûbeyeke serkeftî li seranserê herêmê û got: “Me dît ku li gelek bajarên Sûriyeyê di xwepêşandanan de banga avakirina Rêveberiya Xweser hat kirin.”

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmd anî ziman ku partiya wan teqeziyê bi diyaloga sûriyeyî dike yak u hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bêyî dûrxistina tu herêm an aliyên siyasî yên bibandor, dike û got: “Çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi diyalogê pêkan e.”