3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD’ê xwest girtîgehên bi tîpên S bên girtin

ÎHD’a Amedê bi daxuyaniyekî Rapora pinpêkirina mafên girtiyan ên li 26 girtîgehan aşkere kir.

Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi civîneke çapemeniyê “Rapora Girtîgehên Girtî yên Ewlehiya Bilind û Tîpa S” aşkere kir. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî Nûray Çevîrmen dane û tespîtên binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de bi dest xistine vegotin. Endamê rêveberiya ÎHD’a Amedê Yûsûf Erdogan jî nirxandin û encaman roporê parve kir.

Ewil Nûray Çevîrmen axivî û wiha got: “Piraniya girtiyan di hucreyên yek kesî de û hejmareke kêm jî di odeyên sê kesî de tên ragirtin. Bi taybetî di girtîgehên Ewlekariya Bilind û Tîpa S de hemû girtî di şert û mercên ‘Cezayê muebetê yê giran’ de tên ragirtin. Ev rapor ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan û pirsgirêkên giran ên ji ber şert û mercên giran ên tecrîdê yên li ser girtiyan, bi taybetî dema ku ew sewqî girtîgehên Ewlekariya Bilind û Tîpa S yên nû hatine vekirin, hatiye amadekirin. Di vê raporê de nameyên girtiyan, serlêdanên malbatan û hevdîtinên bi parêzeran re û pirsgirêkên hatine tespîtkirin cih digirin. Têkildarî taybetmendiyên van girtîgehan û binpêkirinên mafan ên hatine jiyîn, di salên 2022 û 2023’an de ji Girtîgehên Tîp a S 57 serlêdan û ji 13 Girtîgehên Ewlekariya Bilind 98 serlêdan hatin kirin. Bi giştî jî, ji 19 girtîgehan 155 serlêdan hatine kirin.”

Çevîrmen, dane û tespîtên li girtîgehan wiha rêz kirin:

Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a 1’ê hezîrana 2023’yan, 19 Girtîgehên Ewlehiya Bilind û 7 Girtîgehên Tîpa S hatin vekirin.

– Girtiyên ji dosyayên cuda tên darizandin li her qatê tên ragirtin.

-Hin girtiyên nexweş û astengdar di odeyên yek kesî de tên ragirtin û ev jî binpêkirina mafê jiyanê bi xwe re tîne.

-Girtî bi darê zorê kincên xwe di odeyên xwe de dişon û hişk dikin. Hebûna serşokê, tuwalet û qada rûniştinê bi hev re di cihekî yekane de ne. Ev yek dê bibe sedem ku jîngeh şil û mîkrob bibe û ji ber vê yekê nexweşiyên cûrbecûr derdikevin.

-Pencereya yekane ya odan bi qefesên têl hatiye pêçandin. Ji ber vê yekê nebûna hewaya paqij û ronahiya ne têr jî dê bibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Ji bo rakirina van têlan girtiyan li Erzirom/Dûmlûya Hejmar 1 û 2 YGC’ê ji ber ku camên bi qefesên têl hatibûn girtin dest Der barê girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Sîncanê qefesên têlan hilweşandin de doz hat vekirin.

-Mafê girtiyan heye ku rojê seatek an jî saetek û nîv hewayê bistînin, Wextê wan yê mayî jî, ew bêyî ku bi kesî re têkilî daynin li cîhek yekane têne girtin. Dema li Eregliyê saetekê ji bo hewayê bigirin di bin dîwaran de û yek rêzî hatin derxistin. Her wiha girtî di roja werzîşê de nikarin ji mafê xwe yê hewagirtinê sûd werbigirin.

– Ji girtiyan tê xwestin ku dema ku ji modulê derdikevin pêlavên xwe derxin. Dema ji bo hevdîtin û werzîşê girtiya derdixin derve, ji wan tê xwestin ku yek rêzî bi rêbaza leşkerî bimeşin. Ji ber îsrara memûrên înfazê ya ji bo meşa di çarçoveya leşkerî de timî nîqaş derdikevin.

-Li Girtîgehên Ewlekariya Bilind û Girtî yên Tîpa S, li gorî însiyatîfa rêveberiyê di navbera 30 deqe û saetekê de serdanên vekirî tên kirin. Ev hevdîtin yek bi yek di kozikên camê de tên kirin. Bi vî awayî malbat ji hev qut dibin. Dema ku saetên hevdîtinê di saet 09.00’an de dest pê bikin, hevdîtinên vekirî an qet nayên kirin an jî demên pir kurt didomînin. Hema bêje ne mimkûn e ku malbatên ku li bajarên dûr dijîn serê sibê saet di 08:00 de li ber girtîgehê bin.

– Kesên ku dixwazin hevdîtinên girtî bikin, divê bi 6 reqemên dawî yên hejmara xwe ya TC’yê têkevin telefonê û ev hevdîtin jî têne qeyd kirin.

-Li van girtîgehan qenalên televîzyonê ne li gorî daxwazên girtiyan, li gorî daxwaza rêveberiyê tên dayîn. Tevî daxwazên girtiyan jî destûr nayê dayîn qenalên mûxalîf ên wekî Halk TV, Artî TV, Tele-1 û ji bilî van qenalên Meclîs TV jî weşanê bike.

-Weşana radyoyê bi awayekî navendî tê kirin û ji ber vê sedemê ji girtiyan re radyo nayê dayîn. Her wiha radyoyên ku girtiyên sewqkirî bi xwe re anîne jî hatin desteserkirin.

– Destûr nayê dayîn ku rojnameyên yên weke Jiyana Nû (Yenî Yaşam), Evrensel hwd. ku rojnameyên muxalîf bigihîn girtiya. Li ser weşanên perîyodîk jî qedexe hene.

-Wek li girtîgehên din, li girtîgehên YGC û Tîpa S jî lêgerîna tazî tê ferzkirin.

– Hefteyê carekê 10 deqe telefonî malbatê tê kirin û ji bo girtiyên siyasî mafê hevdîtina bi vîdeoyê nayê dayîn.

– Ji bo dîtina qadên jiyanê kamera têne danîn.

– Li ser hejmara pirtûkên ku girtî dikarin li gel xwe li girtîgehan bihêlin jî sînor hene. Mînak li Sîncanê her girtiyek 18 pirtûk li cem xwe digire û di nava van pirtûkan de ferheng û pirtûkên dersê hene. Li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Xarpêtê girtî dikarin 7 pirtûkan bigirin. Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Manavgatê mafê girtiyan heye ku 5 pirtûkan di odeyê de bihêlin û 3 pirtûkan jî ji pirtûkxaneyê bigirin.

-Di her girtîgehê de werzîş û çalakiyan cuda hene. Bi qasî ku em dikarin diyar bikin, li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Eregliyê 2 hefte carekê 1 saetê destûr tê dayîn ku girtî werzişê bikin û ti çalakiyên din nayên kirin. Li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 û 2 ya Amedê, girtî bi 3 kesên ku saetekê bi wan re di heman odeyê de dimînin, mehê carekê derdikevin werzîşê.

– Roja ku ji bo werzîş an çalakiyan derdikevin derve, destûr nayê dayîn ku ji mafên hewa girtinê sûd werbigirin.

-Ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê ve hat gotin, “Dê derfeta axaftinê nemîne, eger nebe tê fikirîn ku dê xizmeta ragihandina di nava rêxistinê de bike”.

-Li gelek girtîgehan dema ku girtî dixwazin wêneyan bikşînin, neçar dimînin ku tenê wêneyan bikşînin, li hindik cihan herî zêde 3 kes di heman çarçoveya wêneyan de wêne bikşînin.

-Di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Tîpa S jî binpêkirina mafê jiyanê pêk tê. Girtiyê bi navê Hogir BATU piştî ku sewqî Saziya Cezayê Înfazê ya Tîpa S a Îdirê hatiye kirin, rastî îşkence û muameleya xerab, binpêkirinên mafan ên weke lêgerîna tazî hatiye. Malbatên girtiyên bi navê Sezer ALAN û Sînan KAYA yên li heman girtîgehê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan jî bi îdiaya ku rêveberiyên girtîgehê û memûrê nînfazê ji mirina zarokên wan berpirsyar in, serî li şaxên komeleya me dan.

-Li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Sîncanê ji ber ku girtî bi tena serê xwe nikarin herin (havalandirma) yê , çalakiya greva birçîbûnê hat lidarxistin û bi daxwaza 6 girtiyên li heman korîdorê yên bi hev taleba hewayê bên qebûlkirin, greva birçîbûnê bi dawî bû.

-Nedîm Ozturk ê li Girtîgeha Girtî ya Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Sîncanê tê girtin, ji ber şert û mercên giran ên tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir û di roja 139. a greva birçîbûnê de daxwaza wî ya sewqê hat kirin û sewqî girtîgeheke din hat kirin.

-Huseyîn Karaoglan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Sîncanê girtî ye, ji 11’ê Îlona 2023’an ve bi daxwaza girtina girtîgehên Tîpa S û Ewlekariya Bilind, rakirina cezayên dîsîplînê û veguhestina wî ji bo zindana ku hevalên wî lê ne. dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

-Pirtûk, kovar, rojev û paketên ku girtiyên ji girtîgehên cuda hatibûn sewqkirin hatin desteserkirin û xebat, nivîs û gotarên bi kurdî nedan girtiyan.

-Daxwaza girtiyan a ji bo biçin nexweşxanê dereng tê bersivandin, dema diçin nexweşxaneyê du kelepçe li girtiyan tê dayîn û di dema muayeneyê de kelepçe nayê vekirin.

-Girtiyên astengdar ên ku nexweşiya wan giran e û nikarin bi tena serê xwe bijîn jî di odeyên yek kesî de tên ragirtin.

Divê girtîgehên Tîpa S û Tîpa F bên girtin

Piştre endamê rêveberiya şaxê ÎHD’a Amedê Yûsûf Erdogan nirxandin û encaman parve kir  û got ku  ew weke ÎHD daxwaz dikin ku Girtîgehên Ewlekariya Bilind, Tîpa S û Tîpa F bên girtin, girtî jiyaneke li gorî rûmeta mirovahiyê bijîn wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di encamê de girtîgeh weke hucreyek wê zerarê bide yekparebûna derûnî û laşî ya mirovan û bandoreke neyînî li jiyana mirovan a civakî bike. Ev pergala girtinê û tecrîda giran nayê qebûlkirin, ji ber ku ji bilî bêparkirina azadiyê rêbazeke cezakirinê ye, wê nakokiyeke hiqûqî çêbike. Esasê zindanê ew e ku mirov ji azadiya wî bêpar dihêle. Lê belê li gorî serlêdan û tespîtên komeleya me, em dikarin bibêjin ku pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehên girtî yên ewlekariya bilind, girtiyan ji aliyê fîzîkî, ruhî û derûnî ve xira dike û gazincên ku telafîkirina wan zehmet e çêdike. Ne pêkan e ku pêkanîna tecrîdê bi armanca girtîgehê re li hev bîne. Bi feraseta zîndanê ne pêkan e ku bi awayekî hiqûqî tecrîda li ser girtiyan were ravekirin. Ev pêkanîn bi mafê parastin û pêşxistina hebûna maddî û manewî ya kesê ku bi xala 17/1 a Destûra Bingehîn hatiye qebûlkirin re tune. Kiryarên heyî ancax bi têgînên muameleya xerab û îşkenceya ku bi demê re belav bûye dikare were ravekirin. Her wiha divê mafê jiyanê û tenduristiyê yê girtiyan bê parastin.”