3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partî û rêxistinên kurd ji Amedê bang li PDK’ê kirin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku gelê kurd dê kesên rê li ber şerê birakujiyê vedikin efû neke û bang li gelê herêmê kir ku sibê tev li li daxuyaniya wan a li ber deriyê sînor ê li Silopiyayê bibin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED-TUHADFED), Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin a Mezopotamyayê (MEBYA-DER)  û Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) têkildarî êrişa PDK’ê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê li Buroya Piştevaniyê ya Giştî ya DBP’ê ya li navçeya Rezan a Amedê bi sernavê “Erka me parastina destkeftiyên xwe û pêşîlêgirtina li birakujiyê ye” daxuyaniyê dan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Parastina destkeftiyan û azadiyê erka me tevan e’

Daxuyanî ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin. Ozturk, diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe ku li aliyekî di warê azadiyê de xwedî derfetên dîrokî ye û li aliyekî jî bi xetereyên mezin re rû bi rû ye. Ozturk, wiha domand: “Dîrokê û şert û mercên berpirsyariya parastina destkeftiyên me û parastina azadiyê daye ser milê her yek ji me. Her kesê ku dixwaze gelê kurd di dîrokê de bi awayeke azad ciyê xwe bigre û bûye şirîkê vê armancê, divê bi vê hesasiyetê tevbigere da ku ev armanca gelê me pêk were.”

‘Destkeftiyên gelê me di bin êrişan de ne’

Bi domdarî Ozturk anî ziman ku di vê serdema ku gelê kurd ji her alî ve di bin êrişên dijwar de ye û hêzên navneteweyî û herêmî hewl didin ku destkeftiyên gelê kurd ji holê rakin de, ew îxtîmala pêkhatina şer û pevçûnan a di navbera kurdan de ti carî qebûl nakin. Ozturk, di berdewamê de wiha got: “Ji bo ku di nav gelê kurd de yekitî pêk were û yekitiya neteweyî ava bibe bi salan e em di nava hewldanan de ne, em bang li berpirsyarên ku bi têkiliyên xwe yên her ku diçe dibin sedmên pevçûnan dikin ku berjewendiyên gelê xwe li ber çavan bigirin.”

Banga li PDK’ê kir: dev ji vê helwesta xwe ya bûye sedema wêraniyê berde

Di berdewamê de Ozturk got ku ew hîn jî di bin bandora şerê birakujî û şerê navbera kurdan ê berê de ne ku bû sedema trawma û wêraniyeke giran. Ozturk, wiha got: “Îro jî weke berê hêzên ku dixwazin gelê kurd têk biçe, bindest bikin û bêstatû bihêlin, wê herî zêde sûdê ji şerê navbera kurdan bigirin. Ên ku dixwazin berê gelê kurd bide hev û bi vê hêviyê di kemînê de ne, bê fikare dijminên gelê kurd in. Weke berê îro jî yên ku bi birakujiyê têk biçe di serî de wê gelê kurd û her kesê ku li ser navê gelê kurd siyasetê dike bin. PDK ev demeke dirêj e ku bi Tirkiyeyê re şirîkatiyê dike û piştgiriyê dide polîtîkayên AKP’ê yên li dijî gelê kurd, di vê mijarê de em bi taybetî bang li PDK’ê dikin ku dev ji vê helwesta xwe ya berê ya ku bû sedema wêraniyê berde, bi awayeke cidî û berpirsyar tevbigere.

Gelê me dê kesên rê li ber birakujiyê vedikin efû neke

Di nav gelê kurd de bi destê hêzên hegemonîk ve sînor hatin avakirin û Kurdistan hate parçekirin. Gelê kurd hem berî û hem jî piştî parçebûna Kurdistanê bi têkoşîna xwe bêhempa ji hemû cîhanê re bû mînak. Ev têkoşîn di dem û derdora xwe de veguhertinên mezin afirand û di rêya ku ber bi azadiyê ve diçe de, ji bo pêşerojê bû mîrateyek. Piştî ewqas têkoşîn û bedelên giran, di demeke ku gelê kurd ew qas nêzî aştî û azadiya ku heq dike bûye de, yên ku bibin amûrê polîtîkayên dewletên metînger, wê di nav rûpelên reş ên dîrokê de cih bigrin ku ne tê jêbirin û ne jî tê jibîrkirin. Gelê me wê tu carî yên ku li gor daxwaza hêzên herêmê yên ku sed sal in Kurdistanê dagir kirine, rê li ber birakujiyê vekin efû neke. Em careke din di hizûra gelê xwe de bang li derdorên pêwendîdar dikin ku bi roleke bi vî rengî ya xerab û wêranker neyên rojevê, bi berpirsyariyake exlaqî, wijdanî û dîrokî tevbigerin.

Banga ji bo gelê kurd

Ji vir ve em bang li hemû hêzên Kurdistanê bi taybetî gelê xwe, rewşenbîr û hunermendên xwe dikin; îro erka sereke ya her kesê ku ji gel û welatê xwe hez dike ew e ku destkeftiyên gelê xwe biparêze, rê li ber şer û pevçûnên navxweyî yên ku zirarê dide destkeftiyên me bigre û ji bo avakirina yekitiyê di nav hewldanan de be. Sibe dibe ku pir dereng be, îro divê em hemû bi hev re di nav liv û tevgerê de bin. Tecrubeya me ya ku ji têkoşîna gelê me ya bi sedsalan pêk tê,  wê me pêş ve bibe. Weke li Kobanê û di meseleya Kerkûkê de jî hate dîtin , dema em bi hev re tevbigerin tu hêz nikare li ber me bisekine, bi yek dilî, bi yek dengî em tevbigerin em ê serbikevin.  Îro ew roj e ku em mil bidin mile hev û bi hev re ber bi azadiyê ve bimeşin!”

Dê li silopiyayê daxuyanî bê dayîn

Ozturk, got ku dê têkildarî geşedanên li Herêma Federe ya Kurdistanê sibe li ber deriyê sînor ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê daxuyaniyê bidin û banga tevlibûnê kir.