28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin

ÎHD’a ku rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan ên di nava salekê de qewimîn aşkere kir, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di raporê de hate destnîşankirin ku 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li navenda komeleyê bi civîneke çapemeniyê “Rapora Çavdêriya Mafên li Girtîgehên Tirkiyeyê” aşkere kir. Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî tev li civînê bû. Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen rapor parve kir.

2 hezar û 572 zarok di girtîgehan de ne

Çevîrmen, da zanîn ku di sala 2022’yan de 22 girtîgehên nû hatine vekirin, bi van re hejmara girtîgehan bûye 407 û anî ziman ku kapasîteya van girtîgehan 296 hezar e û her wiha di nava îsal de tê plankirin ku 20 girtîgehên nû bên vekirin. Çevîrmen, anî ziman ku hejmara girtiyan her ku diçe zêde dibe, li gorî daneyên Wezareta Dadê aşkere kirin bi kanûna 2022’yan ve 336 hezar û 315 girtî û hikumxwarî hene lê ji 3’yê tîrmehê ve ev hejmar derketiye 360 hezar û 772 kesan. Hate diyarkirin ku ji van girtîyan 2 hezar û 572 jê zarok in û 6 hezar û 223 jî bi ser 65 saliyê de ne.

Di nava salekê de nêzî 11 hezar binpêkirinên mafan

Çevîrmen, da zanîn ku serlêdanên ji 153 girtîgehên li 58 bajaran hatin kirin di raporê de cih girtin û anî ziman ku di çarçoveya serlêdanan de herî kêm 10 hezar û 789 binpêkirinên mafan qewimîne. Çevîrmen destnîşan kir ku ji mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan bigire heta mafê jiyanê gelek binpêkirin qewimîne.

Girtiyên astengdar di hucreyên yek kesî de ne

Çevîrmen, bi lêv kir ku ji bilî neberdana girtiyên nexweş, bi biryarên siyasî yên Saziya Tiba Edlî (ATK) pêşiya berdana girtiyên nexweş tê girtin, tevî ku “raporên nikarin di girtîgehê de bimîne” jî bi hinceta “ewlehiyê” girtiyên nexweş nayên berdan û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin. Çevîrmen xwest ku girtiyên nexweş demildest bên berdan. Çevîrmen, da zanîn ku ji girtiyên nexweş re nivînên ortopedîk û nevresîmên paqij nayên dayîn û bal kişand ku girtiyên astengdar di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Çevîrmen, anî ziman ku di sewqkirina revîr û nexweşxaneyê de herî kêm 79 caran mafên girtiyên astengdar hatiye binpêkirin.

81 girtiyan jiyana xwe ji dest da

Çevîrmen, destnîşan kir ku mafê jiyanê yê girtiyan nehatiye parastin û di nava salekê de herî kêm 81 girtiyan jiyana xwe ji dest dane

Çalakiyên greva birçîbûnê

Çevîrmen, anî ziman ku ji bo binpêkirinên di raporê de cih digirin bi dawî bibin girtiyan çalakiya greva birçîbûnê û hin rêbazên şermezarkirinê pêk anîne. Çevîrmen da zanîn ku di nava salekê de herî kêm li 33 girtîgehan 234 girtiyan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistine. Çevîrmen diyar kir ku ji bo binpêkirinên diqewimin bi dawî bibin girtî neçar mane ku jiyana xwe deynin holê û sedemê bingehîn yê vê yekê jî kesên welat bi rê ve dibinin.

Ledan, gef, îşkence…

Çevîrmen, da zanîn ku li girtîgehan ji ledanê, heta gef, heqaret, lêgerîna tazî, lêgerînên nava dev, hejmartina li ser piyan, tekmîla di telefonê de, nîzama leşkerî, meşa bi yek rêzê, astengkirina mafê hewadariyê. Ferzkirina sîxurtiyê, dîtina kamerayan a qadên jiyanê û lêgerînên bi serdegirtinên qawişan gelek pêkanînên ku weke sûc tên hesibandin qewimîne. Çevîrmen, bi lêv kir ku girtiyên ji fikir û ramanên cuda di heman qawiş û korîdorê de tên ragirtin. Çevîrmen, da zanîn ku herî kêm li 4 kesan sîxurtî hatiye ferzkirin û da zanîn ku nameyên kurdî nehatine şandin an jî nehatine dayîn, posteyên navîn hatine astengkirin û girtiyên tirkî nizanin jî di vê mijarê de hemû mafên wan hatine astengkirin.

Pirtûkên kurdî nayên dayîn

Çevîrmen, anî ziman ku di raporê de binpêkirinên di çarçoveya mafê agahî bidestxistinê de jî cih girtine. Di vê çarçoveyê de nedayîna rojname, pirtûk û radyoyan, di sînorkirina televizyonan de gelek binpêkirinên mafan qewimîne. Çevîrmen ragihand ku têkildarî nedayîna pirtûk û kovarên kurdî de jî herî kêm 125 binpêkirin qewimîne. Çevîrmen, diyar kir ku ji ber girtiyan ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin serlêdan kirine lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin û ceza hatine dayîn. Ji ber vê yekê jî gelek binpêkirinên mafan qewimîne.

105 kes nehatin berdan

Çevîrmen, anî ziman ku di çarçoveya darizandina adil de 129 binpêkirinên mafan qewimîne û Lijneya Çavdêrî û Îdareyê rê li ber binpêkirinên mafan vekiriye. Çevîrmen anî ziman ku di vê çarçoveyê de 193 serlêdan hatine kirin û di nava salê de herî kêm mafê berdanê yê 105 girtiyan hatiye astengkirin.

Bandora Îmraliyê 

Çevîrmen, anî ziman ku li Tirkiyeyê 14 girtîgehên tîpên F, 19 Girtîgehên Ewlehiya Bilind û 7 girtîgehên Tîpa S hene û herî zêde binpêkirin li van girtîgehan diqewimin. Çevîrmen, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev girtîgehên ji ber bandora tecrîda li Îmraliyê hatine vekirin pergala tecrîdê girantir kirine. Li van girtîgehan binpêkirinên mafê jiyanê qewimîne.”

Bal kişandin rewşa agahî negirtinê

Çevîrmen, da zanîn ku ji ji 7’ê tebaxa 2019’an û vir ve destûr nayê dayîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, ev 29 meh in bi tu awayî agahî jê nayên girtin, bersiveke erênî yan neyînî ji serlêdanên wî yên hevdîtinê re nehatiye dayîn û herî dawî di 18’ê tîrmehê de cezayê dîsîplînê yê nû lê hatiye birîn û pêşî li hevdîtina wî hatiye girtin. Çevîrmen diyar kir ku ji ferdên LGBTÎ+’yan jî 8 serlêdanên binpêkirinên mafan wergirtine û hate diyarkirin ku ev ferd negirtine qawişên ku jin lê dimînin û tenê tên ragirtin. Çevîrmen, anî ziman ku ev ferd rastî pêkanînên girtîgeha zilaman tên. Di raporê de serlêdanên îxlalên di gelek mijaran de cih girtin.

Çevîrmen, diyar kir ku ev rewşên heyî rewşa tecrîdeke mezin derdixin holê û bang kir ku ev pêkanîn demildest bên bidawîkirin.