28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in

Rojnamevanê girtî Sedat Yilmaz, di peyama têkildarî binçavkirina hempîşeyên xwe şandî de wiha got: “Bi piştevaniyê rojên azad nêz in.”

Di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz û Firat Can Arslan, edîtora T24’ê Sûbel Yukler û edîtora Bîanetê Evrîm Kepenek û rojnamaven Evrîm Denîz di 25’ê tîrmehê de ji ber ku der barê dozgerê ku îdianameya 18 rojnamevanên li Amedê hatibûn binçavkirin amade kiribû û hevjîna wî endama heyeta dozê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hin parvekirin kirine hatibûn binçavkirin. Nûçegihanê MA’yê Firat Can Arslan hatibû girtin.

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind tê ragirtin, bi peyamekê bertek nîşanî lêpirsînên têkildarî rojnamevanan hatine destpêkirin da.

Yilmaz di peyama xwe de wiha got: “Hempîşeyên min ên rêzdar, ez sekna we ya wêrek û girêdayîbûna we ya rojnamevaniyê pîroz dikim. Ji ber vê yekê tundiya li we hatiye kirin şermezar dikim û ji we re dibêjim derbasî be. Bi piştevaniyê rojên azad nêz in. Bi hezkirin û silavan.”