5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan

Bi maşîneyên kar ketin nava zeviyên zeytûnên gundiyên ku li dijî çêkirina TOKI’yan li ber xwe didin.

Bertekên li dijî çêkirina TOKI’yên li taxa Dîkmece ya navçeya Antakyaya Hatayê her ku diçe zêdetir dibin. Gundiyên li dijî îstîmlaqkirin û giştîkirinê dest ji zeviyên xwe bernadin, li zeviyên xwe dest bi nobetê kirin. Nobeta gundiyan ya ji bo parastina zeviyan berdewam dike lê belê di saetên serê sibê de tevî cendirme û TOMA’yan maşîneyên kar ketin nav zeviyên çandiniyê. Tîmên cendirmeyan yên ku rêyên derdikevin zeviyan girtine, destûr nedan ku gundî derbas bibin. Gundî ji bo ku xwe bigihînin zeviyên xwe, ji nav ava çem derbas bûn lê belê careke din pêşiya wan ji hêla cendirmeyan ve hate birîn.

‘Em ê neterikînin’

Gundiyên ku bertekên xwe nîşanî vê rewşê dane ev tişt gotin: “Ji ber girtina rêyan em ji çem derbas bûn û gehiştin nav zeviyên xwe. Hejmara me niha ne hindik e. Wê hejmara me zêdetir be. Em ê vê derê neterikînin. Bila parlamenterên me piştgirî bidin me. Bila êdî halê me were dîtin. Li cem me bin.”

‘Ev der pêşeroja zarokên me ne’

Ji gundiyan Aysel Sabahat Ongun jî wiha axivî: “Em li vir in. Em ê neçin tu deran. Em zeviyên xwe nadin tu kesê. Ev der pêşeroja zarokên me ne, ji dê û bavên me mane. Em heqê xwe helal nakin.”

Sekinîna gundiyan û cendirmeyan berdewan dike.