3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşker li Xîzanê daristanê talan dikin

Leşker li navçeya Xîzan a Bedlîsê daran dibire û daristanê talan dike. Li gel ku biryara qedexeya li herêmê bi dawî bû jî leşker daran dibire û xwezayê talan dikin

Li çoltera navçeya Xîzanê ya Bedlîsê qedexeyên fîîlî didomin. Leşker, li herêma operasyonê daristanê talan dike.

Li herêma Daristana Findiqan ku ji gelek gundên girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê pêk tê; di 14’ê tîrmehê de wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hate îlankirin. Biryara qedexeyê di 28’ê tîrmehê de bi dawî bû. Lê li gel qedexe bi dawî bû jî dorpêça leşkeran didome. Li qada ku gund lê ne operasyona bi tevlibûna gelek leşker û cerdevanan hatiye destpêkirin didome. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku operasyon li gundê Hûzeran ku endamê HPG’ê Guven Ozcan lê jiyana xwe ji dest da û derdora gundên Best, Sûreh, Xûlepûr û Kekulan hatiye zêdekirin.

Darên findiqan ên li gundê Xûlepûr, bi kemçeyên anîn gund. Leşker ji kokê ve daran dibirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku leşker qadên dar lê hene ji bo rê veke, daran ji kokê ve dibirin.

Çi bibû

Li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kûran û Mezra Pisyan ên girêdayî navçeya Xîzan a Bedlisê di 2’yê tîrmehê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Piştî qedexeyê bi tevlibûna bi hezaran leşker û cerdevanan operasyon hatibû destpêkirin. Biryara qedexeyê di 6’ê tîrmehê de bi dawî bû. Lê operasyonê berdewam kir. Dema operasyon berdewam dikir, herêmeke berfireh a gundên Xûlepûr û Kekulan digire nava xwe vê carê di 14’ê tîrmehê de weke “Herêma Ewlehiya Taybet” hate îlankirin. Walîtiyê diyar kir ku qedexe dê heta 28’ê tîrmehê berdewam bike.

Welatî di malê de tecrîd kirin

Di dema operasyonên piştî qedexeya derketina derve hatin destpêkirin de welatî hatin astengkirin ku ji malên xwe derkevin. Sewal bi rojan di govan de birçî hatin sekinandin û destûr nehate dayîn ku berhemên çandiniyê bên komkirin. Çoltera gundên Xûlepûr û Kekulan ên operasyon lê berfireh bû bi rojan bi dijwarî hate bombekirin. Di vê navberê de kamerayên MOBESE’yê û fotokapan li gundan û derdorên wan hatin bicihkirin. Ji ber bombeyên li herêma operasyonê hatin avêtin bi sedan dar şewitîn û bi maşîneyên kar ên leşkeran bi xwe re biribûn jî zirareke mezin dan xwezayê. Bi sedan dar li qadên daristanê birîn û rê çêkirin.

Di dema talankirina ekolojîk û mexdûriyeta mezin a gundiyan jiyan de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Bi taybetî piştî biryara “Herêma Ewlehiya Taybet” pevçûn dijwar bûn. Pevçûnên herî dijwar di navbera dîrokên 26-27’ê tîrmehê li herêma di navbera gundên Sûreh û Hûzeran rû dan. Herêm bi helîkopter û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) bi dijwarî hate bombekirin. Di pevçûnan de endamê HPG’ê Guven Ozcan (Rêdûr Sîser) jiyana xwe ji dest da.