8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Jin dê dîrokê bi tîpên zêrîn binivîsînin’

Rêxistinên jinan ji bo kampanyaya li dijî qirkirina jinan li Şengal û Afganîstanê daxuyaniyek dan

129 sazî, rêxistin û tevgerên jin li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî kampanya li dijî qirkirina jinên Şengal û Afganîstanê daxuyanî dan. Jinan li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihmed Şêxo ya Qamişloyê kom bûn û daxuyanî dan. Berdevka Kongra Star Rihan Loqo daxuyanî xwend. Rihan Loqa diyar kirin ku 9 sal di ser qirkirina Şengalê re derbas dibe. Rihan Loqo da zanîn ku komkujiya ku bi êrîşa DAIŞê li ser gelê Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hat bi hovîtî û barbariyeke mezin li dijî gelê Êzidî hate kirin li pêşiya çavê cîhanê tevahî jin zarok pîr kal bi hezaran hatin qetilkirin. Loqo anî ziman ku bi deh hezaran êzidî hatin koçberkirin ji cih û warê xwe hatin derxistin û wiha got: “Bi hezaran jin zarok hatin revandin û li sûkên koledaran hatin firotin. Zarok bi qirkirineke çand, nasname û ola xwe re rû bi rû man û di nava çeteyên DAIŞ de di şerê çetevaniyê û terorê de hatin bi karanîn. Di sedsala  21’an de li pêşiya çavê cîhanê tevahî hemû kiryarên dermirovî ji kuştin tecawiz û tûndî, rastî hemû rengên siyasetê qirkirinê hatin kirin û bi hezaran jinên ku hatine revandin hîn winda ne.

Rihan Loqo, bi bîr xist ku planên li dijî jinên Afgan û Şengalê heman feraset e û wiha got: “Heman siyaseta qirkirinê heman hovîtî li ser jinên Efgan di Tebaxa 2021’an de bi riya Talîbana ku piştî vekişandina Emerîka ji Evganistan hate kirin, pîlana teslîmkirina jinên Efegan ji terora Talîban re her wiha teslîmkirina jinên Şengalê ji DAIŞ re ev siyaseta qirkirina sîstematîk ku bi pîlanên qirêj ji hêzên hegomon li ser jinê tê meşandin, dixwazin vîna jina azad bi kirasê tarî bipêçin û jinê vegerînin serdema koledariyê.”

Em li dijî qirkirina jinan jiyanê diafirînin

Rihan Loqo, anî ziman ku ew bi navê rêxistin û tevgerên jin li Rojava û Bakur û rojhilatê Sûriyê Şehîdên berxwedana Şengal û Efganistan bi bîr tînin û wiha lê zêde kir: “Hêviya jinên Şengal û Efganistan ku di şoreşa jin ya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibînin, em ê bi hemû hêza xwe ji hêvî û daxwazên wan re bibin bersiv. Di çarçova piştgiriya kampanya ku KJK ê di navbera 3’ê û 15’ê Tebaxê de dest pê dike bi rêze çalakî û xebatên pişgiriyê li beramberî hemû siyasetên qirkirin û dijîtiya ku bi jinan re di sedsala 21’an de tê kirin wê jin bi berxwedanî û têkoşînê dîroka xwe bi tîpê zêrîn binivîsîne û hemû pîlanên qirkirinê ku li ser jinê tên li darxistin vala derxîne.”

Plansaziya pêngavê
Rihan Loqo der barê bernameyê de ev agahî dan: “Di roja 2’yê Tebaxê danê êvarê dê find li hemû kolanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi pêşengtiya jinan, bê pêxistin. Di 7’ê Tebaxê de li bajarê Reqayê bi navê Rêxistin û Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber ku bi hezaran jin û zarokên Êzîdî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li bajarê Reqayê hatin firotin, di heman cihî de dê formek bê lidarxistin. Herî dawî jî dê di 10’ê Tebaxê de bi amadebûna bi hezaran jinan li her herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hilgirtina alên pêkhateyên ku di çalakiyê de amade bin û çalakiyek bê lidarxistin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedan û tekoşîna jinan” û Jin Jiyan Azadî” bi bawî bû.