27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karkerên DEDAŞ’a Amedê: Em daxwaza başkirin şertên xwe dikin

Karkerên DEDAŞ’a Amedê, der barê çalakiya xwe de destnîşan kirin ku ew bi mûçeyê ku digirin nikarin debara xwe bikin û daxwaz kirin ku şertên wan bên başkirin û hemû kedkar weke hev mûçe bigirin.

Li bajarên mîna Riha, Êlih, Mêrdîn, Amed, Sêrt û Şirnexê, karkerên Şîrketa Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), ji ber ku mafê wan ên xwebûnê, zêdekirina mûçe û endamtiya sendîkayê nehatin qebûlkirin dev ji kar berdan. Piştî vê çalakiyê DEDAŞ’ê li 6 bajaran bêyî ku tazmîta wan razîne bi “koda 49” dawî li karê 200 karkerî anî. Li ser vê yekê karkeran bi daxwaza ku vegerên karê xwe û şertên wan ên xebatê bên başkirin li ber deriyên DEDAŞ’an dest bi çalakiyan kirin.

Karkerên DEDAŞ’ê yên Amedê, der barê çalakiya xwe de ji rojnameya me re axivîn. Karkerê bi navê Azad Kaya, diyar kir ew di gelek şert mercên xetere de dixebitin û wiha got: “Ji ber ku me mafê xwe dixwest anîn me ji kar derxistin. Hevalên me hemû dixwazin ku şertekî baş û mûçeyên wan weke yên din bên dayîn. Heqê prîmên me tê xwarin. Sîgortayên me her meh tên razandin û mûçeyên me jî her meh tê dayîn. Lê hinek hevalên me jî hene mûçeyê kêmtirîn jî nastînin. Karê me karekî gelek giran e. Rîska karê me zêde heye. Armanca me hemûyan jî şertekî baş e. Ji ber ku em ew qas tehde û eziyetê dibînin em dixwazin tiştekî baş bigirin û pê debara mala xwe bikin.”

Di berdewamê de Kaya, destnîşan kir ku gelek ji wan zewicandî ne nikarin bi mûçeyê DEDAŞ dide wan debara xwe bikin û ev tişt anî ziman: “Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 34 zem hat serê lê mixabin yê me ji sedî 1 zem hat serê, em vê nêzîkatiyê naxwazin, mûçeyê me û şertê me jî bila bi xweşî be. Em gelek caran ji wan re ajokariyê dikin em dertên ser dîrekên ceryanê qabloyan didin guhertin. Heta ku hemû hevalên me bigirin kar em ê li vir çalakiya xwe bidomînin.”

‘Karkeran bêewlehî didin xebitandin’

Ji rêveberên DÎSK Enerjî-Senê karker Cihan Çîçek jî da zanîn ku heta mefê wan bi cih neyê ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin û ev tişt gotin: “Hefteyek beriya niha gelek hevalên me ji karê hatin derxistin û dest bi çalakiyê kirin. Ev peyama ku ji aliyê SGK’ê ve hatibû gelekî me êşand. Serê ewil me bawer nekir êdî li ser e-dewletê me dît ku bi “koda 49” hatine derxistin. Ew roj jî gelek hevalên derketibûn destûra xwe ya salan e û gelek ji wan jî bi destûr bûn nedixebitîn. Daxwaza hevalên me ew e ku di şert û mercên baş de bixebitin. Li Tirkiyeyê 21 yek şîrketên belavkariyê hene, bê sendika û bê ewlehî tên xebitandin. Em karker gelek caran bi gel re rû bi rû dixebitin. Lê gelek caran ji aliyê hinek kesan ve jî rastî êrîş û derbeyên keviran tên. Dest didin ser telefonên me em dikarin bibêjin her roj bi mirinê re rû bi rû dimînin. Dema erdhej qewimî yên ku pêşî çûn cihên erdhejê dîsa hevalên mebûn. Li hember van hemû kiryaran dîsa hevalên me ji mefê xwe yên civakî tên dûrxistin.”

Mûçeyek kêm didin karkeran

Çîçek, diyar kir ku li gelek herêman karkerên di DEDAŞ’ê de dixebitin mûçeyên kêmtirîn digirin û wiha axivî: “Em dikarin bibêjin li Şirnex, Mêrdîn û li gelek herêman gelek hevalên me di bin mûçeyên kêmtirîn de tên xebitandin. Ji me re şert datînin dibêjin ger ku hûn sendîkayê ji navberê bidin alî em ê we bigirin kar. Şertê dinê jî dibêjin em ê ji hemû karê we yên bankayê jî bikarbînin. Dixwazin pêvajoyeke taybet bidin avakirin, li hemberî me. Dixwestin ku hejmara hevalên me yen ku di çalakiyê de ne bidin kêmkirin. Piştî ev jî feyde nekir hevalên me yên ku di mile enerjiyê de dixebitin, dixwazin li gora fermî wan wekî karkerên avahiyê bidin nîşandan. Li gora qanûna T.C.K’ê kesên ku van kiryaran bidin avakirin sûc e. Lê li vir hiqûq wiha nayê kirin. Em ê wek sendakî pêşî li vir bi vîna hevalên xwe bawer bin û daxwaza hevalên me ya herî girîng pêşî dest bi karê xwe bikin ji xwe re bixebitin. Ew ê ji bo mafên xwe yên sendikal têbikoşin.”

Daxwaza wekheviyê dikin

Ji karkeran Cîhan Gongur jî bi lêv kir ku li gelek deveran karker bi mûçeyên zêde dixebitin, lê li Amedê hê jî gelek ji wan di bin mûçeyê kêmtirîn de dixebitin û wiha got:Daxwaza me ew e ku şîrketên dinê bi çi awayî mûçe didin karkerên xwe em jî mafekî sendikal dixwazin. Em ji bo ku mafê xwe bi dest bixin, me rabû çalakiyek li dar xist. Em li vir mafê xwe dixwazin, hinek hevalên me hene rewşa wan a aboriyê nebaşe zarokên wan hene nikarin debara xwe ya malê bikin. Li vî 6 bajarî jî ev çalakî bi hev re me da destpêkirin. Ji vir pê de kesên ku ji kar hatin avêtin kom bi kom wan ji hev xistin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku hevalên me yên ji kar hatine derxistin bila hemûyan bigirin kar. Mûçeyê ku me distend têrî debara me ya mehê û kirêya xanî nedikir. Ev şîrket ji sala 2013’an ve desthilatê dayê destê şexsan, malbatêk li vê şîrketê dinihêre. Em li hinek şîrketên dinihêrin 16-17 hezar didin karkerên xwe li vir jî em digirin 10-11’e hezar. Em dixwazin ku bila mafê hemû karkeran weke hev bê dayîn.”