28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îndustriyalîzm û ekolojî

Abdullah Ocalan

Derketiye holê ku îndustriyalîzm nikare dewam bike, di vê yekê de ekolojî bi roleke heyatî rabûye. Kêmasî û şaşiyên analîzên sosyalîzma zanistî yan jî zanista civakî li ser pîşesaziya kapîtalîzmê ekolojîstan derxistine holê. Herî baş zanista ekolojiyê derxistiye holê ku kapîtalîzm nikare dewam bike, encam mirov ji vê jî derxe ew e ku têkiliya kapîtalîzmê bi jiyanê re nîne. Eger sîstemek nahêle hawîrdor ango jiyana dest jê nabe dewam bike, aşkera ye ku sîstemek bi vî rengî bi ti awayî nabe were parastin. Eger îndustriyalîzm bi leza heyî dewam bike dinya me bi tenê ne, sîstema rojê jî wê têrê neke. Di serdema îndustriya kapîtal de sîstem bi awayekî rastî bi tenê barbar nebûye, bûye Ezraîlê rastî yê jiyanê. Ti nirxa civakî nikarîbûye xwe ji îndustrîbûyînê xilas bike. Sê ‘S’yên navdar sinaet, spor û seks bûn îndustrî û ev jî nîşan dide ku civak ji aliyê exlaqî û wijdanî ve qediyaye. Di tevahiya qadên civakê de weke çanda maddî û manewî kapîtalîstbûn, dewlet-netewebûn û îndustrîbûn li dîwarê ekolojîk diqelibe û ev bi tenê ji bo civaka demokratîk ne, ji jiyanê bi xwe re bangawazî ye.

Dema felaket alarm bide

Aşkera ye ku pirsgirêka îndustriyalîzmê hem parçeyek ji pirsgirêka ekolojîk e, hem jî sedemê wê yê bingehîn e. Di bin navekî din de şirovekirin dibe ku bê maneya dubarekirinê. Lê ekolojî ji îndustriyalîzmê zêdetir mijareke civakî û bi pirsgirêk e ku xwedî mane ye. Herçiqasî weke têgîn were maneya zanista hawîrdorê jî bi awayekî bingehîn ew zanist e ku têkiliya hişk a pêşketina civakî bi  hawîrdora wê re analîz dike. Kengî felaketên hawîrdorê li alarmê dan, bi giranî ket rojevê; xwedî hin maneyên divê mirov xwe jê dûr bigire di nava xwe de hilgire jî kirin weke şaxekî lêkolînê. Ji ber ku ew jî weke îndustriyalîzmê pirsgirêkeke ji aliyê civakê ve hatiye afirandin nîne, ew weke marîfeta dawî ya yekdestdarên şaristaniyê di rojeva dîrok, dinya û civakê de hatiye danîn.

Belkî jî ti pirsgirêk bi qasî yên ekolojîk girîng û giran nebûn ku karibin rûyê rastî yê nîzamên karsermayeyê ango şebekeyên rêxistinkirî bixista rojeva mirovatiyê. Bîlançoya sîstema şaristaniyê ya kar û sermayeyê (tevahiya dîrokê weke giçtî yekdestdarên eskerî, ekonomîk, bazirganî û dînî hemû) bi tenê ji her alî ve jihevdexistina civakê nîne (bêexlaqî, bêpolîtîkatî, bêkarî, enflasyon, fûhûş û hwd.), hawîrdor tevî jiyana ruhberan hemûyî xistiye tehlûkeyê. Em ê dijbertiya yekdestdariyê ya civakê li derveyî van rastiyên balkêş û bi bandor hê karibin bi çi ispat bikin?

Ku nîzama civakê bişkê felaket e

Civaka mirov li gorî ruhberên din hemûyan weke xwezayeke mejî û nermiya wê di ser gişan re tê naskirin, ji xwe di tehlîlal dawî de civaka mirov jî hebûneke zindî ye. Dinyayî ye. Berhemê atmosfereke avhewayê ya bi nazikî û nazenînî hatiye birêkûpêkirin. Beridîna dinya nebat û heywanan e. Nîzamên atmosfer û avhewaya dinyaya me û cîhana nebat û heywanên wê pêve girêdayî hemû giçtî ne. Û ji bo civaka mirov jî di cih de ne. Ev nîzamên em behsa wan dikin gelekî nazik in. Gelekî hişk bi hev ve girêdayî ne. Mîna zincîrekê pêk bînin. Wexta xelekek jê qut bibe çawa zincîr bê kêr dibe, xelekeke ciddî ji zincîra beridînê jî qut bibe bivê nevê wê tevahiya beridînê jê bi tesîr bibe.

Ekolojî zanista van bûyer û pêşketinan e. Ji ber van sedeman gelekî girîng e. Nîzamê hundir ê civakê bi çi sedemê bişkê jî bi destê mirov ji nû ve dikare bê sererastkirin. Ma ne dawiya dawî rastiya civakî rastî ye ku bi destê mirovan hatiye avakirin. Lê hawîrdor welê nînin. Hin komên çavkaniya xwe civak, ya rastî bi marîfeta hin komên ji nava civakê derketî û li ser wê bi yekdestdariya kar-sermayeyê xwe bi rêxistin dikin bibin sedem ji xelekên hawîrdorê xelekên ciddî qut bibin, felaketên zincîrwarî yên bi beridînê dikarin hawîrdorê hemûyî di vê navberê de civakê bi qiyametê re rûbirû bihêlin.

Xizar di 200 salên dawî de ye

Divê mirov ji bîr neke ku xelekên hawîrdorê bi beridîna mîlyonan salî pêk hatine. Zirar û ziyanên bi giştî di pênc hezar salên dawî de, bi taybetî jî di dused salên dawî de, weke qutkirina bi hezaran xelekên ji yên bi mîlyonan salî pêk hatî ne ku ev yek di nava demeke pirr kin de pêkanîne. Reaksiyona şikestinê destpêkiriye. Pêşbînî nayê kirin ku wê çawa were sekinandin. Di serî de rêjeya  karbondîoksîtê (CO2) û gazên din di atmoferê de rê li qirêjbûnê vedikin û tê texmînkirin ku halî hazir bi sed salan heta bi hezar salan nayê paqijkirin. Enamên zirar û ziyanên di cîhana nebat û heywanan de belkî jî bi temamî derneketine holê. Lê eçkere ye ku herî kêm bi qasî atmosferê Îşaretên S.O.S didin.

Gemarbûna derya û çeman, şolbûn ji niha ve gihiştine sînorên felaketê. Bi tevahî nîşane diyar dikin ku qiyametê bi rêveçûna heyî bi bêbalansiyeke xweza ne, bi destê hin komên xwe weke  şebekeyan bi rêxistinkirî bi serê civakê de bêanîn. Bêguman bersivên xwezayê jî bide vê rêveçûnê hene. Ji ber ku ew jî zindî û bi mejî ye. Sînorên wê jî hene. Sebra wê jî heta cihekî ye. Hêza wê ya xweragirtinê bi sînor e. Di cih û dema xwe de wê li ber xwe bide û wexta ev cih û dem bê wê li rondikên çavên mirovan nenêre. Ji ber ku hemû ji îxaneta bi qabîliyetên xwe û nirxên diyarî wan hatin kirin berpirsiyar bêne girtin. Ma qiyamet jî welê pêşbîniya wê nayê kirin?

Armanc ne seneryo ye

Li vir armanca min ew nîne ku ez li senaryoyên felaketê yên nû zêde bikim; lê weke her endamê civakê yê divê ji sedî sed bi berpirsiyariyên xwe rabe, em jî bi têgihiştina wezîfeyên xwe yên exlaqî û polîtîk ên sedema hebûna me û berpirsiyariyên me yên hewce ne, di çarçoveya qabîliyetên xwe de bibêjin û bikin.

Di dîroka mirovatiyê de li ser aqûbeta Firewn û Nemrûdên kişiyan kelhe û piramîdên xwe gelek tişt têne gotin. Sedema vê yekê aşkere ye. Ma ne Nemrûd û Firewn jî çi weke kes çi jî weke nîzam Yekdestdarî bûn ku bi îdeaya xwedayî radibûn. Belê, di serdema destpêkê de mînakên herî bi heybet ên yekdestdariyên sermayeyê yên timî li pey karê diçûn bûn. Çawa dişibin yekdestdariyên niha li bajaran kiçiyane Plaza’yan! Hemin di navberê de bi xwe cudabûn nebe jî di çêwe de heye. Kelhe û piramîd tevî heybeta xwe hemû jî nikarin bi plazayên roja me ya îro qayiçê bikiçînin. Jixwe weke hejmar hîç nikarin qayişê bikiçînin.

Eger hûn hemûyî bidin ser hev, tevahiya firewn û nemrûdan ji çend sedî derbas nakin; lê hejmara firewn û nemrûdên hemdem bi herhalî ji niha ve ji sed hezaran bihurî ye. Mirovatiyê di serdemên berê de nikarîbû giraniya çend firewn û nemrûdî rake. Di bin giraniya wan de mirovatiyê her kir nalenal. Baş e, bi sed hezarên wan ên tevahiya hawîrdor û civakê ji hev de xistine wê giraniya wan hê heta kengî rake? Of, axîn û êşên bi şer, bêkarî, ferqîrî û birçîbûnê rê li wan vekirin wê çawa bidebirîne?

Zanist di dorpêça bîrdoziyê de ye

Wexta em dibêjin civaka dîrokî yekpare ye, me xwest li ber rohniya beridînê van rastiyan bînin ziman. Ma ev rastiyên kêm dijwar û ne girîng in? Zanista modernîteya kapîtalîst bi avahiya xwe ya pozîtîvîst gelekî ji xwe razî bû. Bawer kir ku keçfên mezin ên diyardeyî her tişt in. Heqîqeta mutleq bi tenê ji zanîna seresere ya diyardeyan hesiband. Ji sedî sed bawer bû ku ketiye pêvajoya pêşketina bêserûbinî. Lê nikarîbû pêşbîniya felaketa hawîrdorê ya li bin bêvla xwe bike, mirov dikare vê çawa şîrove bike? Di serî de çer, ji bo felaketên civakî yên çarsed salên dawî yên ji tevahiya yên dîrokê bihurî pêşbîniya çareyeke bi kok û pratîze nekir, mirov dikare vê çawa şîrove bike? Fer weke desthilatdarî ketiye çaviyên civakê hemûyî, em bihêlin ew vî şerî asteng bike, ma em ê ji rast tespît nekirina wê ya vê rastiyê re çi bibêjin?

Armanc rewakirina sîstemê ye

Aşkera ye ku di vê serdema serweriya yekdestdariyê de ku hegemondariya wê herî zêde vê serdemê heye, ji yeqînan wêdetir zanist ji aliyê îdeolojîk ve dor lê hatiye girtin û ketiye xizmeta sîstemê, bêguman zanista di vê rewşê de nikarîbû bersivê bide van pirsan. Zanista bi avahî, hedef û şêwazê xwe bi armanca rewakirina sîstemê hatiye îlankirin û rêkûpêkirin, nîçan daye ku bi qasî dînan jî bi tesîr nebûye. Lê divê mirov fêhm bike ku zanista îdeolojîk nîne jî nîne. Ya girîng ew e, mirov hay jê hebe ku zanîn û zanista kîjan îdeolojî û çîna civakiye û li gorî wê rewşa xwe diyar bike. Ekolojî weke yek ji zanistên herî nû di vê çarçoveyê de rewşa xwe diyar bike, bi tenê hawîrdor ne, dikare bibe hêza çareseriya herî îdeal a xwezaya civakî jî.