spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdana malbata Heznî Înan hat kirin

Nûnerên gelek sazî û dezgehan serdana malbata Heznî Înan a ku kincên wê yên hatine şewitandin 8  sal şûnde dan malbata wê, kirin

Kincên şewitî û perçe bûyî yên keça dayika Taybet Înan, Heznî Înan a ku di dema qedexeyên derketina derva ya Cizîrê de di jêrzemînan de hate qetilkirin, piştî 8 salan radestî malbata wê hatin kirin. Şandeya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamenterê Êlîhê Keskîn Bayindir, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, Rêxistinên Partiya Çep a Kesk ê navend û navçeyên Şirnexê, Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê di nav de serdana malbata Heznî Înan kir.

 ‘Ev êş û kesera me dê bibe azadiyagelê me’

Di serdanê de Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir axivî. Keskîn, diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê bi van polîtîkayan dixwaze ku nirxên gelê kurd ji holê rabike û wiha axivî: “Ev êş û kesera me dê bibe azadiya gelê me. Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya faşîzan bingeha çareseriya di sala 2015’an de bi tanqan, bi topan bi neyartî xerab kir û belav kir. Ev dewlete ji sala 2015’an û vir ve li dijî nirxên gelê kurd polîtîkayên xwe dide meşandin. Îro jî cenazeyên me, hestiyên me bi kargoyan, di poşet, torbe û zerfan de ji me re dişîne. Dixwaze ku bi nirxên me bilîze. Dixwaze hêvî û baweriya me ya li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd ji holê rake û tune bike. Lê ew dizanin em weke gelê kurd, gelê Botanê serî natewînin. Ev qad nebûye qada zilmê. Em dibêjin em kurd in, ev der Kurdistan e. Me weke gelê kurd serî netewandiye, me çok daneniye û em ê danînin.”

 ‘Em ê xwedî li nirxên xwe derbikevin’

Keskîn, di berdewama axaftina xwe de got ku ev politikaya desthilatê sedemê bilindkirina tekoşînê ye û wiha got: “Bi kargoyê, bi zerfan şandina hestiyên me, nirxên me erzaniya dewleta Tirkiyeyê û desthilata AKP’ê û MHP’ê nîşan dide. Lê em ê weke giraniya Çiyayê Cûdî em ê xwedî li nirxên xwe derbikevin, em ê şopdarên heqîqeta wan bin. Dixwazin bi van kirinan hêviya me bişkînin. Lê bila bizanibin ku em ê hêvî û baweriya wan bilind bikin. Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me ku em xewn û xeyalên wan pêk bînin. Me tu carî li dijî vê zilmê serî netewand û ji îro şûnde jî em ê netewînin. Bila ev ji me re nebe sedema şikestina hêvî û baweriyê. Em ê van êşên xwe veguherînin azadiyê. Bi neyartiya gelê kurd tu desthilat negihiştiye selametiyê. Ji îro şûnde jî nagihije encamê.”

 ‘Em ê daxwaza xwe ya azadiyê bilind bikin’

Keskîn Bayindir, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku çareserî Îmralî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwaze ku kesek behsa pirsgirêka kurd neke. Em ê daxwaza xwe ya azadiyê bilind bikin, em ê rêya çareseriya pirsgirêka kurd nîşan bidin. Ji sala 2015-2018’an heta niha li dijî Rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Dorpêçkirina Îmraliyê dorbêçkirina çareseriyê ye, azadiyê ye. Heta ku em vê dorpêçê neşkînin dê ev zilm bidome. Em dizanin zilm giran e. Lêbelê li çar parçeyan gelê kurd li ber xwe dide. Em ê xwedî li ziman, çand û welatê xwe derbikevin. Em êdî ji vê bêehleqiyê re, vî sûcê mirovahiyê re ji vir dibêjin êdî bes e. Bi van kirinan dixwazin polîtîkayên xwe yên li dijî mirovahiyê rewa bikin. Li hemberî van polîtîkayan vê dijminatiyê bi her awayî berxwedan rewa ye. Divê ku em van kirinan bikin sedemên qiyametê. Em ê pêşî li vê zilmê bigirin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê