5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Siddik Guler re azadî

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo Siddik Guler azadî xwestin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 470’emîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler (83) ê bi nexweşiya demansê ketiye û niha li Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîpa R’yê tê ragirtin.

Di 9 mehan de 27 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

Endama ÎHD’ê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û da zanîn ku ji ber girtiyên nexweş dema nexweş dikevin nayên berdan dibe sedema ku li girtîgehan bimirin û wiha got: “Ji destpêka sala 2023’yan heta niha ve bi qasî me tespît kiriye, herî kêm 27 girtî jiyana xwe ji dest dane. 16 girtî ji ber ku nexweş bûne jiyana xwe ji dest dane. Û dikaribû rê li ber van hemû mirinan bihata girtin.”

Tûrgût bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Siddik Guler û wiha got: “Ew nikare bi tena serê xwe bijî. Divê girtî piştgiriya wî bikin. 83 salî ye û nêzî 27 sal in girtî ye. Her çiqas rapora wî ya nexweşiyê heye jî lê berdana wî hatiye redkirin. Nexweşiya dil pê re heye û du caran anjiyo bûye. Nexweşiya demansê lê peyda bûye û ji ber vê ji bîra dike ku xwarinê bixwe û avê vexwe. Nikare biaxive, nikare bimeşe. Hin caran girtî wî li ser sandelyeyê dibin hevdîtinê. Di meha tîrmehê de dihat gotin ku wî ji bo tedawiyê bibin Stenbolê. Lê heta îro têkildarî berdana Siddik Guler tu pêşketin çênebûye û tevî hat gotin jî wî nebirine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Em carek din dibêjin, Siddik Guler nikare bi tena serê xwe bijî. Girtîgeh rewşa jiyana wî dixe zehmetiyê. Her ku diçe rewşa wî girantir dibe. Ji ber vê yekê em dixwazin demildest were berdan.”